Dozgerê Tirk xwest ceza li Demîrtaş û Onder bê birîn!
Dozgerê Tirk xwest 5 sal cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî ye û parlamenterê HDP'yî Sirri Sureyya Onder bê birîn.
Dozgerê Tirk xwest 5 sal cezayê girtîgehê li Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî ye û parlamenterê HDP'yî Sirri Sureyya Onder bê birîn.
Rûniştina pêncemîn a doza bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" li Demîrtaş û Onder hate vekirin, li kampusa girtîgeha Sîlîvriyê dest pê kir. Demîrtaş tevlî rûniştinê nebû. Parlamenterê HDP'yî Onder beşdar bû.
Balkêş e piştî ku rûniştinê dest pê kir Serokê Dadgehê yekser ji dozger xwest ku mualaa xwe bide. Serokê Dadgehê biryar da ku parêzer ji salonê bên derxistin û leşkeran dor li parêzeran girtin.
HATE PROTESTOKIRIN
Parêzeran tevî wekîl û heyeta ji bo şopandina rûniştinê hatin, ji bo şermezarkirina vê helwestê salon terikandin.
Dozger mutalaa xwe eşkere kir û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" xwest 5 sal cezayê girtîgehê li herduyan bê birîn.
RÛNIŞTIN WÊ 8'Ê HEZÎRANÊ BÊ KIRIN
Heyeta dadgehê biryar da ku rûniştina din a dozê 8'ê Hezîranê bê kirin.
Demîrtaş û Onder ji ber axaftinên xwe yên Newroza 2013'an a li Stenbolê tên darizandin.