Têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ kirine doz hatibû vekirin. 5’emîn rûniştina dozê li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê hate kirin. Demîrtaş tevlî rûniştinê nebû, Onder di rûniştinê de amade bû. Hevseroka Berê ya Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Seroka Giştî ya EMEP’ê Sîbel Ûzûn, parlementerên HDP’ê Erol Dora û Huda Kaya jî di nav de heyeteke navneteweyî jî doz şopand.
DORA PARÊZERAN HATE GIRTIN!
Piştî ku rûniştinê dest pê kir, Serokê Dadgehê xwest dozger mutalaya xwe pêşkêş bike. Parêzerên bersûcan jî îtîrazî rewşê kirin. Serokê Dadgehê bi hinceta ku parêzer pergala rûniştinê xera dikin, biryar da ku parêzer ji eywanê derkevin. Leşkeran dora parêzaran girt, heyeta dadgehê cubbeyên xwe ji xwe kirin û ji eywanê derketin.
Aloziya li eywanê didome.