Doza Demîrtaş hate taloqkirin

Dadgehê danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş taloqî meha Gulanê kir. 

Dadgehkirina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke negirtî tê darizandin di roja sêyemîn de li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dihat dîtin bi dawî bû. Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin bi hênceta pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tevlî danişîna di roja sêyemîn de nebû. 
 
Parêzer û heyeta ji siyasetmedaran pêk dihat doz şopandin. 
 
Parêzerên Demîrtaş mafê axaftinê wergirtin û parastina miwekîlê xwe kirin. Heyeta dadgehê piştî parastin û daxwazên parêzeran navber da danişînê û paşê doz taloqî 27-28’ê Gulanê kir. 
 
Her wiha heyeta dadgehê xwest belge û ewraqên têkildarî lêpirsîn û girtina Demîrtaş radestî wan bê kirin.