Doza bingehîn a 'KCK Stenbolê' ji DDB re hat şandin

Doza bingehîn a 'KCK Stenbolê' ji DDB re hat şandin

Di doza bingehîn a Stenbolê ya 'KCK' de, heyeta dadgehê biryar da dozê bişîne ji Dadgeha Destûra Bingehîn re.

Di doza bingehîn a Stenbolê ya 'KCK' de ku 205 parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Kurd negirtî tên darizandin, rûniştina duyemîn a darizandina piştî girtina Dadgehên Xwedî Erka taybet, li 3. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Li dû tespîta nasnameyê, parêzeran dan xuyakirin ku dosya li dijî Destûra Bingehîn e û careke din xwestin dosya biçe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). Heyeta dadgehê, ev daxwaza parêzeran cidî dît û biryar da dosyayê bişîne ji Dadgeha Destûra Bingehîn re. Dadgehê biryar da ku li benda biryara Dadgeha Destûra Bingehîn were sekinandin û rûniştin ji bo 15'ê Nîsana 2015'an taloq kir.

Parêzer Sînan Zîncîr der barê mijarê de axivî û got, "Bi vê biryarê re ev dozên mijara gotinê careke din pûç bûne."