Dosyeya doza Demîrtaş li rastê ma!

Ji ber nelihevkirina dadgehan, dosyeya doza ku Demîrtaş pê tê darizandin li rastê ma.

Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 3’ê Mijdara 2016’an de li Amedê hatibû binçavkirin. Ji ber ku di navbera dadgehên ku Demîrtaş didarizînin de nelihevkirin çêbû, dosyeya dozê li rastê ma.

Daxwaza ku dixwestin dosyeya Demîrtaş bi dosyeya kuştina Yasîn Boru û 3 hevalên wî ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Enqereyê ye bibe yek nehatibû cih, Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê biryar da ku dosyeyan bike yek. Nelihevkirina di navbera dadgehan de çû Dadgeha Adliyeyê ya Herêmê ya Enqereyê.

Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Enqereyê diyar kir, nabe ku Demîrtaş ji wan çalakiyan berpirsyar be.

PARÊZER KARAMAN: WÊ BERPIRSYARIYA WÊ GIRAN BE!

Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman got ku, "Kes naxwaze Demîrtaş bidarizîne. Ji ber ku berpirsyariya wê giran e. Ji ber ku îddîa û sûcdariyên di dosyeyan de ne rast in û dadgeh naxwazin van dosyeyan bidarizînin."

Karaman diyar kir ku Demîrtaş naxwaze bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinan bibe û dixwaze ew biçe dadgehan û got, "Heke bixwazin di rûniştinan de destê wî têxin kelepçeyan, wî jixwe diyar kiribû ku wê neçe rûniştinan."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji xeynî dozên ku ji ber wê girtî ye, ji 21 dozan tê darizandin.