Doktorên Kurdistanê trajediya Şengalê vegotin
Doktorên Kurdistanê trajediya Şengalê vegotin
Doktorên Kurdistanê trajediya Şengalê vegotin
Komeke doktorên Kurd ji Swêdê ji bo ku xizmetê bidin Êzîdiyên ku ji komkujiya DAIŞ’ê rizgar bûne, çûn Başûrê Kurdistanê.
Doktorên ku Komeleya Doktorên Kurd ew şandin Kurdistanê rojek berê li Stockholmê konferansek pêk anîn û xebatên li Şengalê pêk anîbûn bi wêne û fîlman bi gel re parve kirin.
Moderatorê konferansê, Komîserê Mafê Mirovan ê Berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg axaftina vekirinê kir û got ku li Iraq û Sûriyeyê krîz û karesatên mezin rû didin û got ji ber vê yekê alîkariya ku welatên din bikin gelek girîng e.
JI BO KOBANÊ ALÎKARIYA PÊWÎST NAYÊ KIRIN
Hammarberg diyar kir ku li Sûriyeyê gelê Kurd bi komkujiyek mezin re rû bi rû ye û wiha got: “Divê her kes vê rastiyê bibîne. Ez hêvîdar im ku hikûmeta Swêdê vê rewşê cidî bigire. Pirsgirêk tenê bi alîkariya aborî ya NY’ê û saziyên navneteweyî çareser nabe. Divê tedbîrên lezgîn bên girtin. Astengiya herî mezin jî burokrasî ye. Alîkariya pêwîst a ji bo Kobanê nayê kirin.
Doktor Lokman Atroshî jî da zanîn ku ew yekem ekîba ku gihiştine herêmê bûne û got ku hema çûne herêmê ji welatên din hê tu kes nehatibû.
Atroshî got ku di komkujiya Şengalê de malbateke ku 5 zarokên wan hebû û li derketibûn çiyê ji ber ku nikarin zarokên xwe hemûyan bînin, ê astengdar hiştine û dema zarok hat dîtin û ji me re anîn ji ber ku di bin 45 derece germahiyê de mabû çavên xwe winda kiribû. Atroshî wiha got: “Bifikirin wê û bavek biryarê didin ku kîjan zarokên xwe bigirin. Ev rewşek gelek biêş e.Li kampê navê wî kirin Rojhilat. Ew du roj şûnde mir.
JI BO KURDISTANÊ PÊL BI PÊL PENABER TÊN
Piştî êrîşên çeteyên El Qaîdeyê gelek penaber hatin Başûrê Kurdistanê. Di navbera 2012-2014’an de nêzî 500 hezar Rojavayî hatibûn Başûr. Lê piştî êrîşa DAIŞ’ê dîsa gelek kes hatin Başûrê Kurdistanê.
Rayedarên NY’ê ji me re gotin ku Kobaniyên çûne Tirkiyeyê dixwazin biçin Başûr û tê payîn ku di rojên pêş de biçin Başûrê Kurdistanê.”
DI ŞERT Û MERCÊN XERAB DE DIJÎN
Atroshî wiha pêde çû: “Li Başûrê Kurdistanê nêzî 1,5 mîlyon penaber hene û ji van ji sedî 60 yanî 800 hezar li Duhokê, gelek jî li kampên Silêmaniyê dijîn. Welatiyên ku neçar man di konan de bijîn di şert û mercên zehmet de jiyanê didomînin. Germahî 45 derece bû. Ava vexwarinê tune bû. Tuwalet tune bû. Rojê tenê carekê xwarin dixwarin. Me bi Waliyê Duhokê re hevdîtin çêkir. Me rewşa penaberan jê pirsî û me got ku planek we heye yan na. Walî jî got ku ji serê salê de hikûmeta navendî pere ji wan re neşandine û planek amade nekirine.
XIZMETÊN TENDURISTIYÊ GELEK KÊM IN
Atroshî got ku ji bo hewcedariya xurek û dermanan li Swêdê kampanyayek dane destpêkirin û li kampa Bacîde Kendala penaberan bi alîkariya gelê herêmê firinek vekirine. Koma ji 9 doktor û 2 sosyologan pêk tê tenê karîbû li kampa Bacîde Kendala xizmetê bide.
Doktor Leîla Amîn jî got di 13’ê Tebaxê de çûne Duhokê û dema çûne tu saziyên alîkariyê neçûbûn û wiha got: “Du kampên penaberan yên nêzî Bendava Musulê û ji ber ku nêzî Çeteyên DAIŞ’ê bûn kesî cesaret nedikir biçin kampan.Ji ber vê em bê navber diçûn wir.
PSÎKOLOJIYA XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ XERA DIBE
Amîn bi lêv kir ku bûyerên bi xof ên hatibûn serê penaberan psîkolojiya xebatkarên tenduristiyê xera dike û da zanîn ku xwe qet baş hîn nedikirin.
ZAROK JI TIRSA RANEDIZAN
Amîn anî ziman ku zarok ji ber dengê çekan bi tirsa ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş dikin, bi şev ranedizan û çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku penaberan bitirsînin, bombeyên destan diavêtin der dora kampê.
JI BO KOBANÊ KAMPANYA
Doktoran diyar kir ku ji 15’ê Îlonê ve bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê kampanyayek dane destpêkirin û gotin 100 hezar kron berhev kirine û 2 doktor jî ji bo xizmetê bidin penaberan çûne Bakurê Kurdistanê.