DMME'yê ji bo wekîlên HDP'ê ji Enqerê parastin xwest

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo 4 wekîlên berê yên HDP'ê ku rejîma Tirk ew ji wekîltî xistibûn, ji Enqerê parastin xwwest.

Serlêdana li DMME'yê parlamenterên berê yên HDP'ê Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Osman Baydemîr û Ibrahîm Ayhan ku jiyana xwe ji dest dabû, têkildar dike. Rejîma Tirk bi guherîneke demdemî ya xala 83'an a Destûrê ew ji parlamenteriyê xistibûn.

Piştî ku guherîna 20'ê Gulana 2016'an, 53 jê HDP'yî destnedana 150 parlamenterî hatibû rakirin. Lê di nav wan de tenê yên HDP'yî ji parlamenteriyê hatibûn xistin.

Hevserokên beriya niha yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 parlamenter hatibûn girtin, parlamenteriya 11 HDP'yiyan jî bi hinceta ku ''domdar nehatî meclîsê'' û ji ber ''cezayê teqezbûyî yê girtîgehê'' hatibû xistin.

Besîme Konca, Ferhat Encu, Faysal Sariyildiz, Osman Baydemîr, Fîgen Yuksekdag,  Ahmet Yildirim, Nursel Aydogan, Tugba Hezer, Leyla  Zana, Selma Irmak û parêzerên Ibrahîm Ayhan serî li DMME'yê dabûn. Di serlêdanê ''binpêkirina mafê hilbijêrbûn û hilbijartinê'' û li Tirkiyê bidawîbûna rêyên hiqûqa navxwe hatibû nîşan dan.


Dema ku pêvajoya darazê ya hin wekîlan dom dikir, DMME'yê têkilî ji parlamenteriyê xistina Selma Irmak,  Ahmet Yildirim û Ibrahîm Ayhan parastin xwestibû.

Serlêdana Tîrmeha 2018'an ji hêla parezerên HDP'ê Reyhan Yalçindan Baydemîr û Mesût Beştaş ve hatibûn kirin.

DMME'yê ku li serlêdanê nerî, pirs kir bê ka Xala 3'yan a Protokola Nimro 1 ya Zêdek a Peymana Mafê Mirovan ku ''mafê hilbijartina serbeset'' vedihewîne, hatiye binpêkirin an na.

Yalçindag got li gorî parastina Tirkiyê ew ê gavên hewce yên hiqûqî wê bikin.