DMME: Qerneya Tirkiyê 275 ji 100’î nebaş bûye!

Serokê DMME’yê Raîmondî got vê sala dawî qereneya Tirkiyê 275 ji 100’î zêdetir nebaş bûye.

PIRSA TECRÎDA Û DAGIRKERIYÊ HATE KIRIN

Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Guîdo Raîmongî îro bîlançoya sala 2017’an ragihand. Ji daneyan diyar bû ku Tirkiye ji 2988 dozan mehkûm bûye û ji nav 47 welatên endamê Konseya Ewropayê Tirkiye ew dewlet e ku herî pir hatiye mehkûmkirin.

Pirsa dozên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 7 sal in hevnedîtina parêzeran bi miwekîlan re, ji bo mexdûrên êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de rêya DMME’yê vekiriye an yan ji Raîmondî hate pirskirin.

Raîmondî li ser pirsa mexdûrên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk got, ‘’ji ber sedema nazikbûna rewşê û ji bo ku heta niha serlêdaneke wiha li wan nehatiye kirin ew ê daxuyaniyê nedin’ û li ser pirsa dozên Oalan û hevnedîtina parêzeran re bi miwekîlê xwe re jî got, ‘’Du dozên derbarê Ocalan hê jî têne lêkolan, heta ber qonaxa biryarê jî em nikarin nirxandinekê bikin.’’

 ‘EM Ê SERLÊDANÊN DERBARÊ NÛÇEGINAN DE BINERIN’

Raîmondî li ser nûçegihanên di girtîgehan de jî dot di van dozan de dozên rast ku biryardar DMME’yê wê werin lêkolan.

‘7 HEZAR DOSYA JI TIRKIYÊ HATIN’

Raîmondî diyar kir ji 15’ê Tîrmehê ve ji Tirkiyê 7 hezar û 518 dosya hatine DMME’yê û tenê 2017’an Tirkiye ji 99 dozan hatiye mehkûmkirin. Raîmondî got ji 15’ê Tîrmehê hewldana darbeyê ve nêzî 30 hezar serlêdana dosyayan hatiye kirin û 27 hezar ji van, ji ber sedema ku hê rêya hiqûqa navxwe neqediyaya vê gavê bi paş ve hatine vegerandin.

HERÎ PIR DEWLETA TIRK MEHKÛM BÛYE

Li gorî daneyên DMME’yê Tirkiye par ji 99 dozan û ji 1987’an ku tevlî DMME’yê bûyî heta niha ji 136 dozên bi kuştina mirovan bi tevahî ji 2988 dozan mehkûm bûye.

Tirkiye wiha bû ew dewleta ku herî pir tê mehkûmkirin.

Ji 47 welatên Endamên Konseya Ewropayê bi tevahî 20 hezar û 637 dosyayên dozan vebûne. Par Enqere ji 72 dozan mehkûm bû ku ji van 3 jê qesta li jiyanê û neparastina jiyanê bû, 4 ji ber êşkence û tehdeyê, 19 jê qesta li azadî û ewlehiyê û 46 jê jî ji ber sedema nedarizandina dadmend bû.