Dixwazin rojnameger Hulya Emeç bişînin Brezîlyayê

Rojnameger Hulya Emeç daxwaza wê ya îltîcabûnê ya Swîsreyê hate red kirin û dixwazin wê bişînin Brezîlyayê.

Rojnameger Hulya Emeç ya ku cezayê wê hatibû erêkirin, berê çû Brezîlyayê û ji wê derê jî çû Swîsreyê. Emeç di 15’ê Çileya 2018’an de li Balefirxaneya Zurîhê daxwaza îltîcaya siyasî kir lê rayedarên li wê derê jê re gotin, “Welatê ku tu jê hatiyî Brezîlya ye, ew der di asta welatekî ewle de ye, ji ber vê jî serlêdana te hatiye redkirin.” Emeç a ku endama Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî ye, diyar kir ku bi awayê fîlî di binçavan de ye û li balefirxaneyê di şertên xerab de ye.

Emeç ji Dokûz8’ê re axivî û diyar kir ku ji ber tacîz û gaspa li Brezîlyayê ew xwe ewle hîs nake lê rayedarên li Zurîhê jê re gotine ‘Brezîlya welatekî ewle ye.’

Li Tirkiyeyê 7 sal û 6 meh ceza dabûn rojnameger Hulya Emeç.