Dîwarê şermê ji aliyê deh hezaran ve hate şermezar kirin
Dîwarê şermê ji aliyê deh hezaran ve hate şermezar kirin
Dîwarê şermê ji aliyê deh hezaran ve hate şermezar kirin
Bi 10 hezaran kesên ku ji bajar û navçeyên derdorê hatin li Nisêbînê kom bûn, beşdarî mîtînga li dijî "Dîwarê Şermê" ya li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo tê avakirin bûn. Bi hezaran kesan diyar kirin ku dê destûr nedin avakirina sînor û piştgî dan Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 9 rojan çalakiya rojiya mirinê pêk anî.
Şaredara Nisêbînê piştî bi awayekî fermî daxwazên xwe bi Wezareta Dadê dan qebûl kirin diyar kir ku çalakiya xwe dewrî gel dike. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di mîtîngê de diyar kir ku wan xwest ku dîwarê sînor bê hilweşandin, deriyên sînor bên vekirin, ambargoya li ser rojava bê rakirin û Tirkiye piştgiriya xwe ya li ser çeteyan rake û li ser vê yekê Gokkan çalakî dewrî gel kiriye. Demîrtaş, anî ziman, dê ji niha û şûnde çalakiyên xwe bi rûniştinê berdewam bikin.
Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan li dijî "Dîwarê Şermê" û ji bo piştgiriya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ku 9 rojan çalakiya rojiya mirinê pêk anî mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de li gel hemû astengiyên polîsan û rawestandina konvoyan ên ji aliyê polîsan ve bi 10 hezaran kes ji Şirnex, Êlih, Sêrt, Colemêrg, Wan, Amed, Riha û gelek bajar û navçeyên derdorê herikîn Nisêbînê. Mîtînga ku lazim bû saet di 11.00'ê sibê de dest pê bike ji ber ku girse rastî astengiyan hatin 3-4 saet şûnde gihiştin Nisêbînê dereng dest pêkir. Mîtînga ku saet di 14.00'an dest pêkir, bi 10 hezaran welatiyan siloganên "Em sînoran nas nakin", "Em dê dîwaran hilweşînin" li ber Navenda Çanda Mîtannî dest pê kir.
Di mîtîngê de ewil Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan gel silav kir û diyar kir ku dê gelê kurd sînorê navbera xwe hilweşîne û destûr nadin ku welatên dagirker û serdest kurdan perçe bikin. Hevserokên KCD'ê Aysel Tugluk, Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên HDP'ê Ertugrul Kurkçu, parlamenterên BDP'ê Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Seroka Giştî yê EMEP'ê Selma Gokan, Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, aktîvîstên DOKH, endamên meclisa ciwanan amade bûn. Di mîtîngê de tevlebûna zarok û jinan bêtir bal kişand ser xwe. Mitîngê bi dirûşmeya "Ey Raqip" dest pê kir. Hevserokên BDP, KCD'ê û HDP'ê jî derketin ser dikê û gel silav kirin. 56 siyasetmedar û hilbijêrên ku ji bo piştgiriyê dest bi gireva birçîbûnê kiribûn jî derketin ser dikê û gel silav kirin. Di mîtîngê de Hevserokê BDP'a Nisêbînê Abdulbarî Eren, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Hevserokê HDP'ê, Ertugrul Kurkçu axaftin kirin. Kurkçu, anî ziman ku gel dê bi berxwedana xwe van dîwaran hilweşînin.
TURK: EM DÊ BI YEKÎTA GELAN AZADIYÊ BI DEST BIXIN
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, jî diyar kir ku gelê kurd dê bi yekîtî û tifaqiya xwe di vê desdasê de azadî û serkeftina xwe bi dest bixe. Turk, anî ziman ku ew dê li dijî şerê qirêj bi yekîtiya gelê kurd, tirk, ereb û farisan bi dest bixin.
DEMÎRTAŞ: ŞEREKÎ VEŞARÎ HEYE
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demirtaş jî anî ziman ku ji aliyê welatên dagirker û metînger ve li Rojhilata navîn û ser gelê Rojava şerekî ku nehatiye îlankirin heye û çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan silav kir. Demîrtaş, xwest Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu siyaseta rast pêş bişe û xwe neyne hemberî gelê kurd. Demîrtaş, anî ziman ku Tirkiye aşkere piştgiriyê dide çeteyên El Nusra El Qaîde û wiha got: "Ger ku ne piştgiriya Tirkiye be ev çete saetekê nikarin li vir rawestin. Em nikarin li hemberî vî şerî û vê komkujiyê bêdeng bimînin. Em dê heta dawî piştgiriyê bidin gelê Rojava. Dixwazin bi vî dîwarî gelan j hev perçe bikin. Li wê derê Esad tune. Êdî li wir YPG, PYD heye. Em êdî sînorê di nava xwe de qebûl nakin. Emê yekîtiya xwe ava bikin. Êdî berxwedana Kobani, Qamişlo, Afrinê berxwedana me ye. Beri her tiştî hûn dê dîwar rakin. Ya din hûn dê ambargoya ji ser rojava bi dawî bikin û rakin. Ya sisiya hûn dê piştgiriya ji ser çeteyan bi dawî bikin û hûn dê henû deriyên di navbera kurdan de vekin."