‘Divê Swêd alîkariya leşkerî bide Kobanê’

‘Divê Swêd alîkariya leşkerî bide Kobanê’

Ji Hikûmeta Sosyal Demokrat-Keskan a Swêdê ku nû ava bû Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom, di bersiva ji bo pirsên parlamenteran ên li ser Kobanê de, xwe ji bersivdayîna li daxwazên alîkariya leşkerî ya ji bo Kobanê vegirt. Wezîra berê ya ji Yekîtiya Ewropa û Demokrasiyê berpirsyar Birgitta Ohlsson di daxuyaniya xwe ya bi Serokê Komîsyona Parastinê ya Parlamentê Alan Widman de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ancax bi bikaranîna şîdetê dikarin bên rawestandin û xwest, ku Hikûmeta Swêdê ji Kobanê re alîkariya leşkerî bişîne. 

Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom bersiv da pirsên Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Linde û Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Gel Fradrik Malm ên li ser Kobanê û anî ziman ku ew fikarên li ser Kobanê parve dike û di 20'ê Cotmehê de ew ê di civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê de bîne rojevê.

Wallstrom da xuyakirin ku ew bi welatên herêmê bi taybetî bi Tirkiyeyê re ji bo vekirina sînoran hevdîtinan dikin û anî ziman ku divê du tişt paralelî hev bên kirin. Û ev her du tişt jî weke; rakirina krîza lezgîn a vê rewşê derxistiye holê û di dema dirêj de peydakirina çareseriya siyasî, bilêv kir.

Wallstrom diyar kir ku di nava welatên Ewropayê de yê herî zêde penaber ji Sûriyeyê girtiye Swêd e û anî ziman ku heta roja îro 55 hezar penaber hatine qebûlkirin, ji sala 2011'an û vir ve jî ji bo Sûriyeyê alîkariyeke însanî ya ji 1,3 mîlyar kronî hatiye kirin.

Wallstrom daxwaza alîkariya leşkerî ya ji bo Kobanê ya parlamenteran kir, nenirxand. Wezîra berê ya ji Yekîtiya Ewropa û Demokrasiyê berpirsyar Birgitta Ohlsson û Serokê Komîsyona Parastinê ya Parlamentê Alan Widman di gotareke hevpar de bang li Hikûmeta Swêdê kirin ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê desteka leşkerî bide gelê Kurd.

Gotara Ohlsson û Widman bi gotineke pêşiyan a Kurdan a "Dostên me bi tenê çiya ye" destpê kir û bal hat kişandin ser êrîşên li hemberî Kobanê. Di gotarê de hat gotin, "Em di rêveçûna dîrokê de dibînin ku cîhana derve gelek caran xiyanet li Kurdan kiriye. Niha jî heman tişt dibe."

Her du siyasetmedarên Swêdê gotin, "Niha dem hatiye ku cîhana derve nîşan bide bi rastî jî dostê Kurdan e. Swêdê prensîba parastina sivîlan a Neteweyên Yekbûyî pejirand. Ji wan re bi awayekî, bi rawestandina DAIŞ'ê re alîkarî dikare were dayîn. Partiya Gel ku di mehên havînê de li nav hikûmetê bû, niha di nav mûxalefetê de helwesta xwe nîşan da: Ji bo pêşîgirtina li qirkirin û xalîkirina etnîkî, alîkariya leşkerî pêwîst e."

Siyasetmedaran ragihandin ku rewşa li Iraq û Sûriyeyê roj bi roj ber bi nebaşiyê ve diçe û xwestin, ku ji bo Kurd li dijî çeteyên DAIŞ'ê karibin xwe biparêzin, Swêd alîkariya çekan ji Kobanê re bişîne.