‘Divê Kurd bi ser Meydana Gundogdu de bişeqitin’

Hevserokê HDP’ê yê Bajêr ê Îzmîrê Guleryuz bang li Kurdistaniyên li Îzmîrê kir û got, ‘Meydana Gundogdu vekirî ye, gelê Kurd divê bi ser meydanê de bişeqite’.

Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê li Îzmîrê li gel hemû zext û zordarî û dorpêça hêzên dewletê jî dest pê kir. Di roja pêşî ya nobetê de gelên Îzmîrê bi eleqeyeke mezin nobet pêşwazî kirin, tê payin ku ev eleqe zêdetir bibe. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr yê Îzmîrê Mahfûf Guleryuz behsa roja pêşî ya çalakiyê kir û hêviya xwe ya ji gelên Îzmîrê ji ANF’ê re vegot.

 ‘POLÎSÊN ÎZMÎRÊ SOZA XWE NEGIRTIN Û ÊRÎŞ BI SER GEL DE ANÎN’

Guleryuz diyar kir Îzmîr yek ji bajarê sembol ê welêt e û got, çalakiya nobetê ya li Îzmîrê çalakiyeke wiha ye ku gelan tîne cem hev. Guleryuz li ser êrîşa polîsan a bi ser gel de jî got: ‘’Van 4 rojên dawî bi waliyê Îzmîrê û emniyetê re em axivîn, ji bo ku çalakiya nobetê di şertên guncan de pêk were me li hev kir. Lê polîsên Îzmîrê dema ku çalakiyê dest pê kir hemû sozên xwe ji bîr kirin û êrîş bi ser çalakvanan de birin.’’