‘Divê hemû Elewî li dorî HDP’ê bibin yek’

Têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê panelek hate lidarxistin.

Ji aliyê Kordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Frankfûrt û Komeleya Navenda Çanda Elewî ya Frankfûrtê  ve li Komeleya Elewiyan panela ku hate lidarxistin, Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngur û Tûrgût Oker ê namzetiya wî ji aliyê YSK’yê ve hate retkirin weke qiseker tevlî bûn.

Di panelê de destpêkê Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr axivî û got: “Em neçarin hilbijartina 24’ê Hezîranê ser bikevin û ji bo vê divê her kes heval û derdorî xwe ji bo dengê xwe bide HDP’ê qane bike.” Goksûngûr bi bîr xist ku yekane rêya hilweşandina dîktatoriya AKP’ê bi serketina HDP’ê re derbas dibe.

Piştre jî Tûrgût Oker jî axivî û diyar kir ku Elewî cih li gel HDP’ê girtiye. Oker wiha pêde çû: “Em ê bi hemû hêza xwe ji bo hilweşandina bendê û zilmê di nava hewldanan de bin. Divê em li dijî vê hişmendiya Yezîd bibin yek. Ez ê biryara veto ya YSK’yê ya têkildarî namzetiya xwe bibim DMME’yê.

Oker bi bîr xist ku vetokirina namzetiya wî bi axaftineke di dema qetlîama Mereşê de kiriye ve girêdayiye û bang li hemû Elewiyan kir ku li dorî HDP’ê bibin yek.