'Divê HDP xwe bigihîne Kurdên oldar û Elewî'

'Divê HDP xwe bigihîne Kurdên oldar û Elewî'

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ayhan Bîlgen di wê baweriyê de ye ku divê HDK û HDP di dema pêş de karibe xwe bigihîne Kurdên oldar ên deng didin AKP'ê û Kurdên Elewî yên di nava CHP'ê de. Aktîvîstê mafên mirovan Bîlgen da xuyakirin ku pirsgirêkên aboriyê di rêza destpêkê ya siyaseta Tirkiyê de cih digirin lewma hewceye polîtîkayek ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî bê meşandin.

Nivîskar û aktîvîstê mafên mirovan Ayhan Bîlgen ê ji Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (MYK-HDP) hat hilbijartin, bersiv da pirsên ANF'ê.

Bîlgen da xuyakirin ku di nava HDK ya 2 sal li dû xwe hişt de, li gorî duh îro hîn bêtir ji xwe bawer e û xwedî hunereke xebata bi hev re ye.

Bîlgen got, "Siyaseta rasteqîn karekî civakî ye û pêwîste pirsgirêkên her beşên civakê rojeva navendî ya siyasetê be" destnîşan kir ku divê HDK û HDP di dema pêş de li gorî pirsgirêkên beşên berfireh ên civakê polîtîkayê bimeşîne.

Bîlgen got, "Di şûna destnîşankirina nasnameyên pêkhateyên di nava HDK û HDP'ê ez di wê baweriyê de me ku divê berê xwe bidin rojeva civakê ya mîna pirsgirêkên xizanî û bêrêtiyê, ku ev rojev di heman demê de helwesta hilbijêran diyar dike."

'SAZÎBÛNA HERÎ RENGÎN E, LÊ'

Bîlgen ragihand ku HDK û HDP li Tirkiyeya îro, bingeyeke siyasetê ye ku xwedî gelek nasnameyên cuda û rengîn e û got, "Lê belê ji bo ku ev cihêrengî bibe dewlemendî, divê pirsgirêkên cuda yên her beşên civakê têxe rojeva xwe. Mirov wê gelekî pê bawer û kêfxweş bin, ku nasnameyên wan ên etnîk û bawerî yên ahtine înkarkirin û tinekirin di qada siyasetê de bê îfadekirin. Lewma dibe ku pêş hikum û tirsên heyî, dikarin ji holê rabin. Lê belê ev têrê nake."

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ayhan Bîlgen da xuyakirin ku pirsgirêkên aborî li siyaseta Tirkiyê di rêza destpêkê de cih digire û wiha peyivî: "Ez nabêjim divê polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê sivik werin dîtin. Kirde wê bi xwe bi wêneyê ji gelek nasnameyan re baweriyê bide civakê. Lê belê hebûna vê têrê nake ku derdorên berfireh ên civakê, daxwaziya xwe ya siyasî li vê derê bike. Girînge ku were dîtin ka beşên cuda yên civakê di kîjan pirsgirêkan de mexdûriyetê dijîn. Di lêpirsînên li nava civakê de tê dîtin ku hînê ji sedî 80 ê civakê gava diçe ser sindoqan tecrîha xwe li ser pirsgirêkên aborî dike. Dema bêkarî, neheqî û krîza di aboriyê de hebe, bi bandora vê yekê pozîsyona xwe diyar dike."

Ayhan Bîlgen ragihand ku ev tiştên ew dibêje rexneyek li rewşa heyî yan jî paşerojê nîne, ya divê were kirine û got, "Eger di atmosfera hilbijartinê de em xwedî îdîane ku li Tirkiyê bibe kirdeyeke siyasî ya were dîtin, divê em xîtabî potansiyelek ji ser BDP'ê bikin. Ji bo vê jî divê em xwedî pozîsyoneke ku bersivê bide bendwariyên beşên civakê yên xwedî fikarên aboriyê ne."

Bîlgen da xuyakirin ku divê HDP û HDK di dema pêş de xwe bigihîne Kurdên oldar ên dengê xwe didin AKP'ê û Kurdên Elewî yên di nava CHP'ê de. Bîlgen anî ziman ku civata Kurdên Sunî di wê baweriyê de ye ku bersiv ji bendewariyên wan re nehatiye dayîn lewma di nava lêgerîna navnîşaneke nû ya siyasî de ye û got, "Civata Kurdên Elewî ya di nava CHP'ê de jî, ji refleksên neteweperest ên CHP'ê bi fikarin û bi dîtina min ew jî di nava lêgerîneke nû de ye. Ev derdorên berfireh ên civakê ye."

'BERNAME Û KADROYÊN NÛ'

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku ji bo xwegihandina herdu beşên civakê pêwistî bi kadroyên nû heye û got, "Ji bo ev her du beşên civakê karibin xwe di nav de hîs bike, dibe ku di rêxistinbûyînên herêmî û pêvajoyên hilbijartinê de ji navên van derdoran re cih were veqetandin. Dorfirehbûyîn bi vî rengî gengaz e."

Ya duyemîn jî pêwistî bi bernameyeke xwedî gotineke hevgirtî heye.

Bîlgen ragihand ku BDP'ê nîşan daye ku dikare bi oldar û elewiyan re siyasetê bike û destnîşan kir ku divê ev serketin li gelemperiya Tirkiyê were nîşandan.