‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê îradeya xwe nîşan bide’
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê daxuyanî dan û gotin divê gelê Başûr yekîtiya xwe ava bike û îradeya xwe nîşan bidin.
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê têkildarî hilbijartinên li Başûrê Kurdistan û Iraqê daxuyanî dan û gotin divê gelê Başûr yekîtiya xwe ava bike û îradeya xwe nîşan bidin.
Komeleya Kurd û Saziya Jinan a Ronak yên li Ermenîstanê têkildarî hilbijartinên parlamentoyê ku wê 12’ê Gulanê li Başûrê Kurdsitan û Iraqê pêk were, li paytexta Ermenîstan Êrîvanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Serokê Yekîtiya Kurdistan û Wekîlê Kurd ê Endamê Parlamentoya Ermenîstanê Kînyas Hemît ev bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir; “Gelê me yê li Iraqê dijî û hemû kesên ku dibêje ez Kurd im divê di hilbijartinê de rol bileyze û deng bide xwe. Divê gelê Kurdistanê xwedî li vîna xwe derkeve û dîsan li meclîsê cihê xwe bigire.
Ji bo vê jî divê gelê Başûrê Kurdistanê carek din wekîlên xwe bişînin meclîsê. Bi taybet divê gelê Şengalê erka xwe ya dîrokî bi cih bîne û vê derfetê ji dest nede. Li aliyê din pêwîst e em yekîtiya xwe û îradeya xwe divê demî de pêk bînin. Roj roja yekîtiyê ye. Di vê pêvajoyê de yekîtiya netewî şert e.”
Seroka Komîteya Kurdistan Jînîka Qadir, endamê Meclîsa Avaker a Şengalê Silû Dîrbûyan û Şêx Tahir banga çûyîna ser sindogan li hemû kesan kir.