'Divê CPT helwesteke aktîf nîşan bide'
'Divê CPT helwesteke aktîf nîşan bide'
'Divê CPT helwesteke aktîf nîşan bide'
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç ê daxuyaniyên CPT nirxandin got ku divê CPT xwe li pişt hincetan veneşêre û di mijarên wek astengkirina parêzeran ku tê wateya êşkenceyeke girankirî, astengnekirina mafê parastinê û tecrîdê de divê hîn aktîftir xebatan bi rê ve bibe.
Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT)'ê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di 16-17'ê Çileyê de li Îmrali hevdîtin çêkirin û li hember astengkirina parêzeran a bi muwekîlên xwe Ocalan re demeke dirêj bêdengiya xwe parast, bi civîneke çapemeniyê rapora xwe ya xebatan a salekê aşkera kir. Alîkarê Serokê CPT Jean-Pîerre Restellînî yê di heman demê de di heyetê de jî cih digirt got ku çareserkirina pirsgirêkên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin û sedema ku li hember wê têkoşîneke aktîf bi rê ve nabin bi mijara ku dibêje "Ocalan, ji me re got, 'Ji kerema xwe hûn wek CPT zêde bi rewşa min re eleqedar nebin. Ez alîgir im ku bi Wezareta Edaletê re der barê rewşa xwe de biaxivim.'" Parêzerê Ocalan Mazlum Dînç ê ev daxuyanî nirxand got ku divê CPT xwe li pişt hincetan veneşêre û di mijarên wek astengkirina parêzeran ku tê wateya êşkenceyeke girankirî, astengnekirina mafê parastinê û tecrîdê de divê hîn aktîftir xebatan bi rê ve bibe.
'DIVÊ CPT HELWESTEKE AKTÎF NÎŞAN BIDE'
Dînç der barê astengkirina hevdîtinan de got ku berê rapor bi awayekî bi rêkûpêk didan CPT'î û di xusûsa astengkirina parêzeran de CPT bêdeng maye. Dînç axaftina xwe wiha domand: "Di raporên berê yên CPT'î de 3 mehan astengkirina hevdîtanên parêzeran jî wek nayê qebûlkirin dihat dîtin. Lê belê niha ne bûye xwedî sekneke aktîf."
'DIVÊ HIKÛMET DEMILDEST GAV BIAVÊJE'
Dinç her wiha anî ziman di şert û mercên girtîgehê yên Rêberê PKK'ê de ji bo guhertin çêbibin dewletê soz dabûn, Ocalan ev wek 'tenduristî, ewlekarî û azadî' formule kiribû ,lê di vê mijarê de tu pêşveçûn çênebû û wiha got, "Em dibînin ku mudaxeleyî hevdîtînên heyeta BDP'ê jî tê kirin."