Dîsan keştiya Îmraliyê ‘xerabe’
Dîsan keştiya Îmraliyê ‘xerabe’
Dîsan keştiya Îmraliyê ‘xerabe’
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin serlêdana ku li Dozgeriya Komarê a Bursayê kirin bi hinceta “keştî xerabe” hate red kirin.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yurekli, Mazlum Dinç û Mehmet Devran Devrim ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serlêdana Dozgeriya Komarê a Bursayê kiribûn dîsan bersiva nerênî girtin. Ji parêzeran re hat gotin ku “keştî xerabeye” û hevdîtin çênabe hat ragehandin.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hemû serlêdanên ku kirine bi hîncetên cuda hatine red kirin.