Dirûşma 'Terorîst Erdogan' li Londonê deng veda

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di dema serdana Londonê de bi dirûşma "Terorîst Erdogan" hate pêşwazîkirin. Çeteyên faşîst ên AKP'ê li vir jî gef li xwepêşandêran xwarin.

Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo xwe ji tengaviya aboriyê rizgar bike çû dîtina malbata Qraliyetê û rayedarên hikumeta Îngilîz, ji aliyê Kurdan û hêzên demokratîk ve hate şermezarkirin.

MÛXALEFET NERAZÎ YE

Serdana fermî ya 3 rojan a Erdogan ji aliyê gleek partiyên siyasî yên li Brîtanyayê ve bi zimanekî tund hate rexnekirin. Lîderê Demokratên Lîberal Sir Vince Cable serdana Erdogan bi tundî şermezar kir. Sir Cable destnîşan kir ku Erdogan dijminê nirxên lîberal û demokratîk e û hikumet rexne kir ku ew pêşwazî kiriye.

WÊNEYÊN BI NIVÎSA 'TEORÎST'

Erdogan tevlî forûmeke aboriyê bû. Li ber avahiya ku forûm lê hate lidarxistin, girseya gel li hev civiya û dirûşma "Terorîst Erdogan" qîriya. Xwepêşandêrên ku gotina 'Efrîn'ê li ser rûyê xwe nivîsandin, wêneyên Erdogan ên ji rengê sor û nivîsa 'terorîst' hildan.

Li hin cihan, polîsên Îngilîz bi tundî dest li çalakgeran werdan.

ÇETEYÊN ERDOGAN DÎSA GEF XWARIN

Wekî din, çeteyên Erdogan li Londonê jî gef li xwepêşandêran xwarin. Ji nava koma çeteyên Erdogan yekî destê xwe li xwepêşandêrên Kurd hejand û gef xwar.