Dilxwaz ê Yewnan: Kobanê niha navenda mirovahiyê ye
Dilxwaz ê Yewnan: Kobanê niha navenda mirovahiyê ye
Dilxwaz ê Yewnan: Kobanê niha navenda mirovahiyê ye
Dilxwaz ê Yewnan, ku di nava koma Şemsî Şîmal ê li refên berxwedanê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de cih digire dibêje, "Ez Kobanê niha weke navenda mirovahiyê dibînim."
Ji gelek welatên cîhanê, mirov tên Kobanê û tevlî berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê dibin. Yek ji van jî Dilxwaz ê ji Yewnanîstanê ye. Dilxwaz bi şervanên koma Şemsî Şîmal a di nava Navenda Operasyonê ya Hevpar a Bûrkan el Firat de cih digire re tevdigere. Dilxwaz, navê ku ew li vir bikar tîne ye. Ji bo ku malbata wî dilnerehet nebe û ji ber ewlekariyê naxwaze em wêne yan jî dîmen bikşîne. Berî bê Kobanê bi qasî 5 mehan li Qamişlo maye. Li wir, di nava hêza asayîşê ya Suryaniyan SUTORO de cih girt. Bi destpêkirina êrîşên li hemberî Kobanê re Dilxwaz, piştî rêwîtiyeke zehmet xwe gihand Kobanê.
Dilxwaz diyar kir, ku ji bo karibe derbasî Kobanê bibe 12 rojan neçar maye li ser sînorê Tirkiyeyê bisekine û got, "Ji bo mirovahî û azadiya gelan ez hatim Kobanê." Dilxwaz dibêje, "Ji bo Sûriyeya demokratîk a pêşerojê ez li vir im. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk a ku Kurd, Ereb, mirovên ne Misilman, Elewî û her kes bi awayekî azad bijî, ez li vir im. Em naxwazin tiştên li Afganîstanê qewimîn, li Sûriyeyê jî biqewimin. Em naxwazin Sûriye bibe Afganîstaneke duyemîn. Em dixwazin hemû gelên li Sûriyeyê, li ser bingeha aştî û wekheviyê de bi hev re bijîn."
WATEYA KOBANÊ...
Dilxwaz da xuyakirin ku ew Kobanê niha weke navenda mirovahiyê dibîne û got, "Ez Kobanê weke cihê şerê başiyê li dijî nebaşiyê, ronahiyê li dijî tarîtiyê, wekheviyê li dijî zilmê, azadiyê li dijî dîlgirtinê dibînim."
Dilxwaz bi taybetî bang li Ewropa û tevahiya cîhanê kir ku destekê bidin YPG'ê û ev nirxandin kir: "Ji ber ku yekane hêza azadî û demokrasiya rasteqîn dixwaze YPG ye. Bi dîtina min divê gelên Ewropayê jî xwe ji wan qaliban rizgar bikin û gelên Rojhilata Navîn bibînin. Em ji gelên li Ewropayê re nabêjin werin em bi hev re şer bikin. Em dibêjin li wê derê bi pênûsa xwe, bi çalakiyên xwe re destekê bidin têkoşerên li vir."
'EM MÎNA XWIŞK Û BIRA NE'
Dilxwaz da zanîn ku di nava koma Şemsî Şîmal de ji gelek gel û baweriyan mirov hene û got, "Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî hene di nava Şemsî Şîmal de. Ev 6 roj in ez li vir im. Em mirovên ji gelên cuda yên li vir, ji bo armancekê têdikoş in. Ew jî azadî û wekhevî ye. Em mîna xwişk û bira ne. Serdestiya azadiya Sûriyeyê wê bibe serdestiya azadiya li tevahiya cîhanê."