Dîhaber: Emê bi biryardarî nehêlin ku rastî di tarîtiyê de bimîne
Dîhaber a ku bi biryarnameyê hate girtin, li ser "sedema girtinê" daxuyaniyek da û got," Dîhaber, ji ber ku got, 'wê rastî di nava tarîtiyê de nemîne' di nîvê şevê de hate girtin."
Dîhaber a ku bi biryarnameyê hate girtin, li ser "sedema girtinê" daxuyaniyek da û got," Dîhaber, ji ber ku got, 'wê rastî di nava tarîtiyê de nemîne' di nîvê şevê de hate girtin."
Dîhaber, ku tevî rojnameyên Rojeva Medya û Şûjin ji aliyê rejîma AKP'ê ve bi biryarnameyê hate girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku desthilatdariya AKP'ê ya ku bi rejîma Rewşa Awarte û Biryarnameyan hewl dide hebûna xwe biparêze, ancax 9 meh û nîvan karîbû xwe li hewldana dîhaber a ji bo ronîkirina rastiyê, rabigire.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava vê demê de malpera dîhaber a înternetê 15 caran hate qedexekirin, êrîş li xebatkarên wê hatin kirin, hatin binçavkirin û girtin. Li hemberî tarîtiya Rewşa Awarte û biryarnameyan, kevneşopiya çapemeniya azad bi biryardarî dewam kir û tawîz ji vê neda."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku eşkerekirina rastiya înfazkirina Kemal Kurkut ji aliyê polîsan ve, liv û tevgera komên çekdar li ser sînorê Sûriyeyê, rastiya kirina fûhûşê li kampên AFAD'ê, hovîtiya li gundên Xerabê Bava û Talatê yên Nisêbînê, îşkenceya li zêdeyî 100 gundiyên li Şapatanê, kuştina 2 zarokan li Silopiyê bi panzera polîsan, kiryarên qeyûman, dorpêçî û hilweşandina Sûrî ji aliyê dewletê ve, hewldanên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd û karên ji bo yekîtiya neteweyî, şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û pirsgirêka penaberan, operasyona rizgarkirina Reqayê, hilweşandina Heskîfê bi dînamîtan û bi sedan bûyerên mîna van ji aliyê Dîhaberê ve hatine ragihandin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Dîhaber, ku ji roja destpêka weşana xwe ve ji bo 'ronîkirina rastiyan' li şûna pîvanên Rewşa Awarte, ji xwe re 'pîvanên gerdûnî yê rojnamevaniyê esas girt' hate girtin. Rojnamevanên ku pîvanên rojnamevaniyê bi tecrûbeyên xwe yên çapemeniya azad kirine yek, wê israra xwe ya di 'rastî wê di nava tarîtiyê de nemînin' bidomînin."