Die Partei 250 hezar Euro ji Heyva Sor re hişt

Ji partiyên siyasî yên Elmanyayê Die Partei alîkariya ji 250 hezar Euro da Heyva Sor a Kurdistanê. Serokê Giştî yê Partiyê Martîn Sonneborn çeka sembolîk li pêşiya avahiya CDU radestî rêveberên Heyva Sor kir.

Yek ji partiyên siyasî yên Elmanyayê Die Partei (Partî) ku li Parlamenta Ewropayê tenê bi du parlamenteran tê temsîlkirin, piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir kampanya alîkariyê dabû destpêkirin. Die Partei soz dabû ku alîkariya bê komkirin wê radestî saziyeke alîkariyê ya Kurd bike.

Die Partei ji budçeya xwe jî alîkarî zêde kir û çend roj berê 250 hezar Euro alîkarî şand ji hesabê Heyva Sor a Kurdistanê. Serokê giştî yê partiyê Martîn Sonneborn jî ji bo helwesta Elmanyayê ya li pêşberî êrîşa dagirkeriyê şermezar bike, li ber navenda giştî ya Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku desthilatdare, kaxiza çeka sembolîk radestî xebatkarên Heyva Sor Vahdettîn Kiliç û Mûharrem Aral kir. Kiliç jî ji ber alîkariyê spasiya Sonneborn kir.