DÎDF: Ji bo Kobanê dakevin kolanan
DÎDF: Ji bo Kobanê dakevin kolanan
DÎDF: Ji bo Kobanê dakevin kolanan
DÎDF’ê bang kir ku di 1’ê Mijdarê de her kes ji bo Kobanê dakevin kolanan û got: “Çalakiyên ku di 1’ê Mijdarê de li tevayî cîhanê pêk tê wê biguhere pêlek mezin û qîrînê."
Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), ji bo çalakiyên Kobanê banga tevlîbûnê kir.
DÎDF’ê di daxuyaniyê de got: “Di roja 47’emîn berxwedana Kobanê, 1’ê Mijarê de li her derê cîhanê wê gel dakevin qadan.” Federasyonê bang li hemû kesî kir ku di 1’ê Mijdarê de dakevin qadan.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku planên li ser Kurdan hatine kirin hemû xera bûne û wiha berdewam kir: “Welatên Rojava ku DAIŞ mezin kirin û li serê gelan kirin bela, niha ketine fikara ku serkeftin ji Kurdan re maye.
DEWLETÊN ELMAN Û TIRK HATIN REXNEKIRIN
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk her roj planek nû diavêje holê û hê jî hesabên ku DAIŞ’ê Kobanê wê bigire dest, dike. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Li aliyekî dibêjin piştgiriyê nedin vê çeteyê û li aliyê din jî piştgirî didomin. Ji ber vê yekê Tirkiye ji her mirina li Kobanê û Tirkiyeyê berpirse."
Di daxuyaniyê de welatê Elman jî hate rexnekirin û wiha hat gotin: “Elman li dijî dagirkirina Kobanê sê meymûnan dilîze. Di çapemeniyê de her roj êrîşên terora DAIŞ’ê cih digirin û li aliyê din jî piştgiriyê nade Kurdan. Ji polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirinê dest bernade.
DIVÊ QEDEXEYA PKK’Ê RABE
DÎDF’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku divê qedexeya li ser PKK’ê rabe û Elmanya polîtîkaya xwe li ber çavan derbas bike.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê têkoşîn di 1’ê Mijdarê de bê bilindkirin û çalakiyên ku li hemû welatên cîhanê pêk bên wê biguhere pêlek mezin û bi vî awayî wê Kurd peyameke piştevaniyê ya bi hêz ji bo berxwedana Kobanê bide.
CIHÊN KU ÇALAKÎ LÊ PÊK BÊN
Koln: Ebertplatz, Saet: 14.00
Berlîn: U Bahnof Adeneurplatz, Saet: 14.00
Hamburg: Hachmannplatz, Saet: 14.00
Frankfurt: Li ber Bahnof, Saet: 15.00
Stuttgart: Lautenschlager Str. (li hemberî HBF), Saet: 16.00
Nurnberg: Aufseßplatz, Saet: 15.00
Dusseldorf: ber HBF’ê Saet: 14.00
Bielefeld: Rathaus, Saet :14.00
Hannover: Opern Platz, Saet: 14.00
Bremen: Ziegenmarkt, Saet: 14.00
Leipzig: Rabat(Konradstrasse), Saet:14.00
Marburg Bahnof Str 6, Saet: 14.00