Dîcle: Kobanê rûmeta Kurdan e
Dîcle: Kobanê rûmeta Kurdan e
Dîcle: Kobanê rûmeta Kurdan e
Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku pêvajoya çareseriyê li cîhanê cara yekemîn bi rêbazeke ku hatiye ceribandin tê meşandin û her wiha daxuyaniyê AKP’ê yên der barê ku eleqeya pêvajoya çareseriyê bi Kobanê nîne, rexne kir û got: “Kobanê rûmeta Kurdane."
Duyemîn Konferansa Demokrasî û Aştiyê bi axaftinên mîvanan didome. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle di axaftina xwe de bi Kurdî kesên tevlî konferansê bûne silav kir û got: “Ocalan bi pêngavên cesaret pêvajoyek nû da destpêkirin. Ger aştî tê nîqaşkirin divê paşeroj bê bibîrxistin û wisa hêsanî nehatiye vê rojê. Pêvajoya aştiyê ya îro li cîhanê yek wek wê tune. Dewlet û Kurd beyî navbeynkar hewl dide pêvajoyê çareser bikin. Em di nava xwe de bi rêya diyalogê pêvajoyê çareser dikin. Em di rewşa ezmûnê de ne.
PÊVAJO DI KRÎZÊ DE YE
Dîcle anî ziman ku usluba aştiyê gelek girîng e û di asta niha de krîzeke cidî tê jiyîn. Dîcle wiha got: “Cîgirekî Serokwezîr radibe dibêje, Kobanê hincet e, di pêvajoya çareseriyê de cihê wê tune. Ez vê bêjim, Kobanê rûmeta Kurdan e. Divê dewlet vê fêm bike. Kêm mabû Kobanê biketa. Ger ji HDP’ê bang nehatiba kirin jî Kobanê digot ‘hawar.’ Kurd vê dizanin.”