Di xeta Enqere-Parîsê de mehek tarî, Cotmeha 2012’an
Di xeta Enqere-Parîsê de mehek tarî, Cotmeha 2012’an
Di xeta Enqere-Parîsê de mehek tarî, Cotmeha 2012’an
Du sal berê bû. Di Îlona 2012’an de Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan daxuyaniyek gelek bi hêrs dabû. Li dijî Fransa û Elmanyayê sûcdariyên tund dikir. Digot: “Ez aşkera dibêjim, Elmanya û Fransa ji me re nabin alîkar. Derfetê didin serokên terorîstan. Piştgiriya fînansî didin. Radestkirina sûcdaran li ku ye?
Di navberê de çend roj derbas nebû, di 1’ê Cotmehê de ji Parîsê posteyek elektronîk diçe Enqereyê. Di e-maîle ku hate şandin de dadgerê lêpirsîna Fransayê Thîerry Fragnolo bi heman tundiyê bersiv da Erdogan. Fragnolî ku kesê li pişt operasyonên li dijî Kurdan tê kirine, di maîlê de, xizmetên ku di têkoşîna li dijî PKK’ê dike vedibêje û dibêje ku tevî van Erdogan sûcdariyên giran li me dike û digot ew nikare hêrsa xwe kontrol bike. Yanî tiştên ku Erdogan gotibû girtibû ser xwe. Ne hikûmeta Elman û ne jî ya Fransayê û dozgeran tiştek negotin. balkêş bû ku deng tenê ji Fragnolî derdiket.
Dozger di e-maîla xwe de diyar dikir ku ji 2006’an heta niha yekane welatê ku li dijî PKK’ê operasyonan pêk tîne û ceza dike Fransa ye. Fragnolî got ku ew sê hevalên xwe yên dozger bi vî karî re eleqedar dibin û 28 komîser tenê di mijara PKK’ê de dixebitin.
6 roj piştî vê e-maîlê, di 6'ê Cotmeha 2012’an de li taxa Montparnasse ya Parîsê bi ser kafeyekê de hat girtin û endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun hate binçavkirin. Her tişt berê hatibû plankirin. Ji Tirkiyeyê îxbarek ji bo polîsan hatibû û hatibû ku Adem Uzun li ser navê PKK’ê di nava wan de fuze jî heye çekan wê bikire. Serwîsên Fransayê 6 mehan Uzun guhdarî kiribûn û der barê ku îxracata çekan dike de tu delîl bidest nexistibû.
Lê Fragnolî sînorê xwe derbas kir, kemînek plan kir. Sîxurekî ajan ê bi navê Antoîne xistin dewrê dihat xwestin ku bi Adem Uzun re hevdîtinekê pêk bîne. Plan pêk hatibû. Adem Uzun di hevdîtina li kafeyê de di deqeya 9’an de hatibû binçavkirin. Sûcdariyên giran hebûn lê dadgeh û raya giştî bi vê bawer nedikir. Lêpirsîn wek dihat xwestin nemeşiya. Kemîna serwîsên Tirk û Fransî ava kiribû deşîfre bû. Lêpirsîn têk çû. Uzun di Tebaxa 2013’an de ji girtîgehê derket. Edaleta Fransayê qebûl kir ku der barê siyasetmedarê Kurd de delîlên îlegal hatine berhevkirin.
Adem Uzun bi salane wek penaberê siyasî li Ewropayê dijî û di KNK’ê de xebatên dîplomatîk dimeşîne. Uzun tevlî hevdîtinên aştiyê yên yekemîn ên Osloyê jî bibû. Di van hevdîtinan de li ser navê Serokwezîrê Tirk Erdogan, musteşarê MÎT’ê jî cih girtibû. Girtina Uzun, di demeke ku hevdîtinên Osloyê têk çibûn û ji bo hevdîtin ji nû ve destpê kirin amadekarî dihat kirin de pêk hat. Di Çileya 2013’an de hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de ji nû ve destpê kiribûn. Di Newroza 2013’an de Ocalan bangek dîrokî kir û got ku ew dikevin deme ku çek bêdeng dibin û siyaset diaxive.
Lê geşedanên bi xeter yên di 2012’an de destpê kirin, planên bi xof nîşan dida. Di 9’ê Çileyê 2013’an de sê şoreşgerên jin ên Kurd li Parîsê hatin qetikirin û agahiyên der barê kujer Omer Guney de derketin holê, nîşan dida ku kujer di meha Cotmehê de ketine nava tevgerê.
Agahiyên di belgeyên ku dozgerê Fransî şand Tirkiyeyê û di sibata 2014’an de di çapemeniyê de derket, nîşan dida ku Guney di 1-3’ê Cotmehê de çûye Enqereyê. Bi îfadeyeke din, Fragnolî roja ku maîl şandiye Enqereyê, Omer Guney ji Parîsê çibû Enqereyê. Tesadufeke balkêş e! An jî rewşeke pir bi guman e!
Ya balkêştir ev e ku piştî Adem Uzun tê binçavkirin, di nîvê meha Cotmehê de sîxurê bi navê ‘Lejyoner’ ji Parîsê maîlekê dişîne serwîsa îstîxbarata Tirk û der barê hatina Sakîne Cansiz ya banliyo Villiers-le-Bel de agahî dida.
Piştî ragîhandina agahiyên Lejyoner di 14’ê Çile de belgeyeke ku îmzeya MÎT’ê li ser bû û di çapemeniyê de hat weşandin nîşan dida ku ji bo Omer Guney 6 hezar euro pere hatiye şandin û ji bo sûîqesta Sakîne Cansiz talîmat hatiye dayîn. Di belgeyê de navê Adem Uzun jî derbas dibe û tê gotin ku Sakîne Cansiz piştî Adem Uzun tê binçavkirin, tê Parîsê. Di belgeya 18’ê Mijdara 2012’an de dihat gotin ku çavkanî ji aliyê me ve hatiye agahdarkirin û talîmat hatiye dayîn û ji bo hewcedariyên wî 6 hezar euro hatiye şandin.
Du roj beriya ku ev belge bê weşandin di 12’ê Çileyê 2014’an de qeyda deng jî hatibû weşandin. Di qeyda deng ya hat tespîtkirin aîdî Omer Guney e, behsa planên sûîqestê ya der barê rêveberên Kurd dikir. Dihat gotin ku du kesên li hemberî wî jî endamên MÎT’ê bûn. Di belgeya din de hevdîtina dawî ya ku ji bo sûîqesta dihat kirin plan tê kirin, rastî serdana Tirkiyeyê ya meha Cotmehê tê.
Hemû agahî nîşan didin ku li pişt komkujiyê serwîsê veşarî hene. Şopên komkujiyê dibin Enqereyê. Bi vê re dozger dixwaze serwîsên Fransayê der barê komkujiyê de agahiyên dizanin vebêjin. Jeanne Duyê ku lêpirsîn dimeşand, di Îlona 2014’an de xwest ku veşariya li ser dosyaya Omer Guney bê rakirin. Dadger Duyê xwest ku veşariyên li ser dosyaya der barê Navenda Enformasyona Kurdistanê jî bê rakirin.
Di vê lêpirsînê de di 20’ê Çileyê 2013’an de maîlek tê Midûriyeta Polîsan a Parîsê. Di vê maîlê de tê gotin ku Omer Guney bi îstîxbarata Tirk re dixebite û der barê serdanên wî yên dawî yên Tirkiyeyê de agahî cih digirin. Belgeyên piştre derketin holê vê maîlê piştrast dike û maîl ji navnîşana IP a Tahranê hatibû.
Bi kurtasî ev geşedanên bi guman yê sêgoşeya daraz, siyaset û îstîxbaratê ya di Cotmehê de di navbera Tirkiye-Fransayê de pêk hatin li benda ronîkirinê ye. Gelo têkiliyeke çawa di navbera maîla ku dozgerê Fransî şand Enqere, girtina Adem Uzun û cînayeta Parîsê de heye.
Maîla dawî ya ku dozgerê Fransayê şand, di Kanûna 2012’an de dikeve destê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Fîdan Dogan di wê demê de bi fikare. Dema ku li Parîsê bi Sakîne Cansaz û Leyla Şaylemez re hatin qetikirin, li serê her sêyan sê gule hatibû berdan û ya 10’an jî berdabû devê Rojbînê…