Di taziyeya gerîllaya HPG'ê Derya Tamer de rageşî

Di taziyeya gerîllaya HPG'ê Derya Tamer de rageşî

Konê şînê yê gerîllaya HPG'ê Derya Tamer a ku li çoltarê navçeya Çelê jiyana xwe ji dest da ji aliyê gelek welatiyan ve tê ziyaretkirin. Li aliyê din mala şînê ya ji bo jinan hate kirakirin ji aliyê xwediyên wê yên endamên Mustazaf Der'ê ya nêzî Hîzbullahê ve hate valakirin.

Malbata gerîllaya HPG'ê Derya Tamer (Ronahî Yekbûn) a ku li çoltara navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li Mala Şînê ya Muntazan û Mala Şînê ya Arxat şînî qebûl kirin. Malên şînê ji aliyê gelek welatiyan ve hatin ziyaretkirin.

Li Mala Şînê ya Muntazan zilaman li Mala Şînê ya Arxatê jî ji bo jinan hate kirêkirin. Mala Şînê ya Arxat a ku ji bo jinan hate kirêkirin ji aliyê xwediyên ve hate valakirin û wêneyên hatin daliqandin jê kirin.

Di navbera ciwan û xwediyên mala şînê yên endamên Mustazaf Der'ê ya nêzî Hîzbullah de rageşî derket û piştî malbata Tamer ket navberê rageşî bi dawîbû. Piştî vê yekê jin çûn Komeleya Hemwelatiyên Azad a li taxa Fatîh Paşa ya navçeya Surê.