Di salvegera 7'an de wê hevserokên KCDK-E nobedar bin

KCDK-E'yê ragihand, wê 25'ê Hezîranê nobeda çalakiya 'Azadî ji Ocalan re' ya li Strasbourgê dewr werbigire û banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, wê çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewr werbigire.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû û wê 25'ê Hezîrana îsal heft salan li pey xwe bihêle.

Di daxuyaniya NCDK-E'yê de hate ragihandin, têkoşîna ji bo azadiya Ocalan divê bi biryardarî bidome û hate gotin, "Bi vê wesîleyê wê 25'ê Hezîranê Sêşemê Hevserokên KCDK-E'yê, hevserokên federasyon û meclîsên welatan ên ser bi KCDK-E'yê, her wiha nûnerên jin û ciwanan wê saet 11'an daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û çalakiya nobedê di sala heftan de dewr werbigirin. Ji 25 heta 29'ê Hezîranê wê hevserokên KCDK-E û saziyên ser bi wê ve nobedar bin."

Her wiha hate ragihandin ku wê 29'ê Hezîranê bi çalakiyeke girseyî nobedê dewrî çalakgerên din bên kirin û bang li nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî û kesayetan hate kirin, ku 25'ê Hezîranê saet 11'an li Strasbourgê di dema daxuyaniya çapemeniyê de amade bin.