Şemiya derbasbûyî ji bo 200’emîn Rojbûna Karl Marks li bajarê Kassel ê Elmanyayê pîrozbahî hatibû lidarxistin. Di pîrozbahiya li qada Karl Marks de Partiya Çepgir stand vekiribû û alên YPG/YPJ’ê daliqandibûn û bal kişandibûn ser berxwedana li Efrînê ya li dijî dewleta Tirk.
Lê piştî demekê polîsên Elman hatin cihê standê gotin ‘sembolên qedexekirî’ hene û xwestin alayên YPG/YPJ’ê bînin xwarê. Berpirsa standê endama Meclîsa Partiya Çepgir a Eyaleta Hessenê Marjana Schott nerazîbûn nîşanî polîsan da û got ‘Em alayan danaxînin’. Li ser vê polîsan bi zorê alayên YPG/YPJ’ê anîn xwar û dest danîbûn ser alayan.
Diyar bu dozgerê Kasselê têkildarî parlamentera eyaletê Schott lêpirsin daye vekirin. Parlamentera Partiya Çepgir nerazîbûn nîşanî helwesta polîs û dozger da û wiha got; “YPG û YPJ li Elmanyayê ne rêxistinên îllegeal in, rêxistinên yasayî ne.”
‘VEKIRINA ALAYAN TENÊ JI BO PEYAMA PIŞTGIRIYÊ BÛ’
Parlamentera Elman Marjana Schott bal kişand li ser alên YPG/YPJ’ê ku bê vekirin wê lêpirsîna propagandaya PKK’ê bê vekirin û wiha got; “Di çalakiya me de bi ti awayî propagandaya PKK’ê nehate kirin tenê ji bo armanca piştgirîdayîna têkoşîna Kurdan me ala vekir.”
Roja 2’ê Adara 2017’an Wezareta Karê Hindir bi sernavê ‘Nûkirina qedexeya PKK’ê’ giştîname ji eyeletan re şand û ragihandibû ku di nava wan de alayên YPG, YPJ û PYD’ê ji di nav de gelek sembolên Kurdan hatine qedexekirin.
Lê hikûmeta federal bersiva pirsên têkildarî mijarê dabû û gotibû sembolên ku qala wan tê kirin ji aliyê Kurdan ve weke sembolên yedek yê PKK’ê hatibû diyarkirin û bikaranîna wan weke rêxistinkirina ‘sûc’ diyar ki û têkildarî YPG û YPJ’ê qedexene kiriye agahî dabû. Di vê daxuyaniyê de hatibû gotin ku ala dikare ji aliyê Elmanan ve were hildan. Di çalakiyên meha derbasbûyî yên piştgirîdayîna berxwedana Efrînê yên li Elmanyayê de alayên YPG/YPJ’ê hatibûn hildan.