Di "Rîtmên Neteweyên Cîhanê" de Kurdan eleqeyeke mezin dîtin
Di "Rîtmên Neteweyên Cîhanê" de Kurdan eleqeyeke mezin dîtin
Di "Rîtmên Neteweyên Cîhanê" de Kurdan eleqeyeke mezin dîtin
Di şeva "Rîtmên Neteweyên Cîhanê" ya li paytexta Rûsya Moskowê de, çand û hunera Kurd rastî eleqeyeke mezin hat.
Li paytexta Rûsya Moskowê, bi organîzeya Rêveberiya Moskowê û Mala Neteweyan a Moswkoê, li mala "Izvestya" şevek bi navê "Rîtmên Neteweyên Cîhanê" hat lidarxistin.
Di şahiyê de, ji gelên cuda yên cîhanê gelek komên mûzîk û dansê çanda welatê xwe dan naskirin.
Mala Kurdan a Moskowê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowê "Viyan" li ser vexwendinê beşdar bûn.
Hunermendên Kurd Dato û Rozerîn jî êvarê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin û rastî eleqeyeke mezin hatin.