Di rapora CPT’yê de têkildarê tecrîdê tu agahî nîn e

CPT’yê, di rapora xwe ya giştî ya 32’yemîn de diyar kir ku sala 2022’yan serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye, lê tu agahî di der heqê serdanê de nedan.

Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê (CPT), rapora xwe ya 32’yemîn a giştî ya 1’ê Çileyê-31’ê Çileyên Pêşîn a sala 2022’yan weşand. CPT’yê, di raporê de diyar kir ku serdan li Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî nedan.

Di rapora CPT’yê de her wiha hat destnîşankirin ku meha Îlonê ya sala 2022’yan serdan li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin lê têkildarê tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a li Girtîgeha Îmraliyê tu agahiyeke baş neda.

Di rapora CPT’yê de, têkildarê serdana Îmraliyê ev tişt hatin destnîşankirin:

‘’Armanca bi serdana meha Îlonê ya li Tirkiyeyê, ew bû ku vekolîna şert û mercên girtiyên biyanî yên li Tirkiyeyê bê kirin. Bi boneya serdanê, şandeyê ji bo li şert û pêkanînên berpêyî çar girtiyên li Îmraliyê bikole, çûye Girtîgeha F ya Îmraliyê jî. Girêdayê, bi taybetî bal bi ser çalakiyên civakî û têkiliya bi derve re ya girtiyan de hatiye kişandin.’’

Hêjayê gotinê ye ku CPT’yê di rapora xwe de tu agahiyên şênber ên têkildarê Girtîgeha Îmraliyê û tecrîda girankirî, tu agahî parve nekirine.