Di qezaya Isparta de hejmara miriyan derket 17’an
Di qezaya Isparta de hejmara miriyan derket 17’an
Di qezaya Isparta de hejmara miriyan derket 17’an
Li Isparta mînîbûsa karker têde ku qulipî piraniya wan jin 17 kesan jiyana xwe ji dest da. Xizmên windayan diyar kirin ku mînîbusê gelek karker siwar kirine.
Karkerên ji navçeya Akşehîr a Konya ji bo sêvan kom bikin bi mînîbusê diçûn navçeya Gelendost a Isparta, qeza kirin. Mînîbusa karker têde li gundê Bagkonak ê girêdayî navçeya Yalvaç a Isparta qulipî. Di qezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 17’an.
Halîl Aksoy ê di qezayê de du xizmên wî jiyana xwe ji dest dan diyar kir ku têkildarî mijara ku gelek kes li wesayîtê siwar kirine tu kontrolek nehatiye kirin.
WALÎ AGAHÎ DA
Li gel vê Waliyê Konya Muammer Erol diyar kir ku ji 46 kesên di wesayîtê de 15 kes li cihê bûyerê, 2 kes dema radikirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane. Erol got, "Niha 7 birîndarên me yên ji Akşehîr neqlî Konya kirine hene. Her wiha li Isparta 14, li Akşehîr 7 birîndarên me hene. Hin birîndarên me yên hatine taburcîkirin jî hene.”