Di pevçûnên meh û nîvekê yên li Lîbyayê de bi sedan mirov mirin

Di pevçûnên meh û nîvekê yên li Lîbyayê de bi sedan mirov mirin

Li Lîbyayê, ku di navbera yekîneyên leşkerî yên hikûmetê û Îslamiyên tundd de pevçûn lê tê jiyîn, tê gotin ku di nava meh û nîvekê de bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dane.

Li dû têkbirina Mûammer Kaddafî, ji sala 2011'an û vir ve li Lîbyayê pevçûnên di navbera hêzên cuda de naqedin. Li gorî agahiyên wezîfedarên tenduristiyê yên li herêmê ragihandin, li Bîngazî di nava meh û nîvekê de herî kêm 400 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Pevçûnên li duyemîn bajarê herî mezin ê Lîbyayê Bîngazî, di mehên havînê de piştî ku komên Îslamî yên tund balafirgeha li bajêr û hin nuqteyên girîng xistin destê xwe, dijwar bûbûn. Yekîneyên artêşê yên ser bi hikûmetê, ku li dijî komên Îslamî desteka yekîneyên ser bi generalê berê Halîfe Haftar wergirtin, di nava meha Cotmehê de êrîşeke mezin a dijber dabûn destpêkirin.

Yekîneyên artêşê di encama pevçûnên meh û nîvekê de, balafirgeh jî di nav de gelek nuqteyên leşkerî vegerandin û pevçûna wan a bi milîtanên Îslamî yên li bendergeha Bîngazî belav bûne, hînê dewam dikin.

Ji ber pevçûnên li bendergehê, ev demeke dirêj e xwarin û kel û melên pêwîst nagihêjin bajêr.

Piştî şerê navxweyî yê sala 2011'an ê bi têkbirina lîderê berê yê Lîbyayê Mûammer Kaddafî bi encam bû, hînê aramiyeke siyasî li welêt serdest enbûye. Di yekemîn hilbijartinên giştî yên sala 2012'an de, ji 200 parlamenteran bi tenê 80 jê ji partiyên siyasî hatin hilbijartin, yên mayî jî ji namzetên serbxwe hatin hilbijartin.