Di pevçûnên duh de 70 çete hatin kuştin

Di pevçûnên duh de 70 çete hatin kuştin

Li Kobanê, êrîşên duh ên çeteyan hatin şikandin û herî kêm 70 çete hatin kuştin. Sê ji çar wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin bêbandorkirin, yek jî li derî teqiya.

Çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê duh danê sibê saet di 5.00'an de bi 4 wesayîtên bombebarkirî xwestin êrîşî Kobanê bikin, ji aliyê şervanê YPG/YPJ'ê ve hatin şikandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatin girtin çeteyên DAIŞ'ê bi 4 wesayîtên bombebarkirî xwestin bikevin Kobanê.

Wesayîta bombebarkirî ya ji deriyê sînor yê Mûrşitpinarê ê Tirkiyê ve xwest bi keve Kobanê, û du êrîşkarên xwekuj teqiyan, 2 wesayîtên bombebarkirî yên xwestin ji başûrê rojhilat ve têkevin Kobanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin rûxandin. Di encama şer û pevçûnên duh saet ji 05.00'an heta 24.00'an de, 70 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li başûrê Kobanê ve hatin şikandin û taxa Botana xerbî jî ket destê şervanê YPG/YPJ'ê. Dîsa şervanên YPG/YPJ'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê yên li rojhilatê Kobanê şikand û li gundê Mezre Ebruş û Memikê çalakî lidar xistin. Li gorî hatî tespît kirin 10 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Di encama êrîşa bombeyî ya li sînor de, 7 berpirsyarên deriyê sînor û di pevçûnan de şervanek yê Burkan El Firat ê bi navê Şemsî Şimal bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din di encma êrîşa ji saet 05.00'an heta derengiya şevê de nêzî 160 topên hawanê hatin avêtin. Balafirên girêdayî koalisyonê jî cihên vala yên çeteyên DAIŞ'ê bombebaran kirin.

Îro jî şer û pevçûn di saetên serê sibehê de dem dem dewam dike. Tê payîn ku Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê têkidarî şer û pevçûnên duh de daxuyaniyê bide.