Di 'Pêncşema Reş' de daxwaza ji girtiyan re azadî

Di 'Pêncşema Reş' de daxwaza ji girtiyan re azadî

Di çalakiyên "Pêncşema Reş" a her heftî ji bo şermezarkirina girtina hilbijêr û siyasetmedarên kurd ku li Wêranşer, Sûrûç, Dêrik û Kayapinarê pêk hatin de, vê hefteyî jî hate xwestin ku hilbijêr û siyasetmedarên kurd serbest bên berdan. 

WÊRANŞER

Li navçeya Wêranşer a Rihayê "Pêncşema Reş" li ber avahiya şaredariyê hate li dar xistin. Alîkarê Şaredarê Wêranşerê Mehmet Bûrûn, hevserokên rêxistina BDP'ê yên Wêranşerê Servet Kiliç û Halîs Aktaş, nûnerên nûnertiya Genel-Îş a Wêranşerê û xebatkarên şaredariyê beşdarê çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen a Rihayê Nûrettîn Çetîn daxûyanî da û xwest girtî serbest bên berdan. 

PIRSUS 

Li navçeya Sûrûçê ya Rihayê jî çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Di çalakiyê de Serokê Şaxa Genel-Îş ê Rihayê Sadik Demîr, daxûyanî da û xwest şaredarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin serbest bên berdan. 

DÊRIK 
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî çalakiya "Pêncşema Reş" li ber avahiya xizmeta şaredariyê hate li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyê Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel a girtî û panqarta "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me angaşta jiyana me ye" hatin vekirin. Endamê Belediye-Îş'ê Murat Arslan bi kurdî daxûyaniyekî da û diyar kir ku piştî gengeşiya di navbera AKP û cemeata Gulen de derket, derket holê ku gelek biryar di MGK'ê hatiye girtin. 

KAYAPINAR 

Li navçeya Kayapinarê ya navenda Amedê çalakiya "Pêncşema Reş" a 194. li ber avahiya xizmeta şaredariyê pêk hat. Gelek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedarê kurd Firat Anli û xebatkarên şaredariyê beşdarê çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa Genel-Îş a Amedê Tahsîn Yaraşir, diyar kir ku ev sala çaran e ku hilbijêr û siyasetmedarên kurd di girtîgehan de rehîn tên girtin û xwest ku demildest serbest bên berdan.