Di neynika Kobanê de Tirkiye - Cemîl Bayik
Di neynika Kobanê de Tirkiye - Cemîl Bayik
Di neynika Kobanê de Tirkiye - Cemîl Bayik
Dewleta tirk bi her awayî dewleteke şerê taybet e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe jî karakterê wê yê dewletbûyîna şerê taybet bidome. Navlêkirina dewleta şerê taybet tê wateya dewleta ku civakê dixapîne. Rûyê dewletê yê xuya dike û yê rastî ji hev cuda ye. Yanî rûyê wê yê xuya dike rûyê ku dixapînê, yê pê tê xapandin e. Mînaka herî berbiçav; beriya çend rojan Ahmet Davutoglu qala rizgarbûna Kobanê û vegera Kobaniyên koçber bûne kir. Piştî van gotinan bi du rojan DAIŞ ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş kir û hewl da bakurê Kobanê dagir bike. Hem jî ev yek di roja ku heyeta HDP’ê çû Îmraliyê de pêk hat. Ji we re Tirkiyeya rastî! Eger ji bo Tirkiyeyê nirxandinek were kirin divê di ser vê rastiyê re be. Ji bilî vê yekê her nirxandina were kirin wê were wateya xapandina xwe û civakê.
Êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye plankirin. Ne ji lawaziya ewlekariyê ye, an karê hin derdorên di nava dewletê de ye. Êrîşeke ku ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên bi dewleta navendî ve girêdayî ve organîze kirin e. Bêgûman di bin fermana êrîşê de îmzeya Tayyîp Erdogan û Ahmet Davutoglu heye. Ev rewş asta dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan nîşan dide. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd jî ev dijminatî ya li dijî gelê kurd e. Heta hikûmeta AKP’ê dawî li dijminatiya Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê neyne ne mimkûn e karibe pirsgirêka kurd çareser bike.
Hikûmeta AKP’ê ya wê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd beriya hilbijartinê hin gavan biavêje, an jî pirsgirêka kurd wê bi ji desthilatdariyê xistina AKP’ê wê ‘çareser’ bike. Bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê ku li dijî AKP’ê didin wê Tirkiye ji AKP’ê rizgar bibe û bi çareseriya pirsgirêka kurd re wê demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk were. Ji ber ku heta ji AKP’ya ku di neçareseriya pirsgirêka kurd de bi israre rizgar nebe Tirkiye demokratîk nabe.
Daxwaziya AKP’ê ya bêçalakîbûn, bêpevçûnî û qalkirina pêvajoya çareseriyê gelo lîstikike ji bo hilbijartinê ye an beyana îradeya siyasî ye em ê di demeke kurt de bibînin. An di demeke kin de di çareseriya pirsgirêka kurd de wê gavên cidî werin avêtin an jî mîna gotina, “koloz bikeve û keçelî xuya bike” rastî aşkare bibe. Ji bo AKP’ê êdî derfeta mijûlkirinê ne maye. Eger ji bo çareseriyê gavên cidî neavêje mîna hilbijartinên din wê nikaribe di rewşa bêçalekîbûnê de biçe hilbijartinên 2015’an. Ji ber ku eger di demeke kurt de di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de gavên cidî neyên avêtin wê zelal bibe ku AKP li pey planên gelekî xeter de ye.
Hesabê AKP’ê ew e ku heta hilbijartinên 2015’an demê qezenc bike, piştî hilbijartinan jî mîna ku piştî hilbijartinên 2011’an jî kir li dijî Tevgera Azadiyê ket nava şerekî giran. Hin kes dibêjin “Beriya hilbijartinên 2015’an de AKP nikare pirsgirêka kurd çareser bike.” Em jî dibêjin ku piştî hilbijartinên 2015’an bi tu awayî wê nekeve nava helwesteke çareseriyê. Yanî hikûmeta AKP’ê ya beriya hilbijartinan gav neavêje, piştî hilbijartinan wê gavan neavêje.
Bi vî awayî eger tê xwestin ji bo çareseriyê bi AKP’ê gav bidin avêtin, divê zext bê kirin ku beriya hilbijartinan gavan biavêje. Helwesta demokratîk û ya şoreşger jî ancax wisa bibe. Eger AKP zihniyet û polîtîkayên xwe biguherîne, di nava hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser dibe. Ji ber ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji bo çareseriyeke maqûl û adil amade ye. Di çarçoveya mafên gerdunî yên demokratîk û xwezayî de di demek kin de pirsgirêk dikare çareser bibe. Eger çareser nabe berpirsê sereke hikûmeta AKP´ê û dewleta tirk e.
Serbestberdana çend girtiyên nexweş mîna ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de gaveke nîşandan, beriya her tişî heqareteke rûmetşikandinê ye li dijî girtiyên nexweş e. Ji ber têkoşîna gelekî ya jiyana azad û demokratîk hatine girtin û zindanîkirin. Ji ber vê ji dewleta tirk re negotine, “em nexweşin me berdin.” Nexweş bin jî qebûl nakin ku xwe bikin mijara bazarê. Di demên dawî de nîqaşa berdana çend girtiyên nexweş, bi tu awayî niyeta hikûmeta AKP’ê danayne holê, bibe niyeta rêbaza polîtîkaya qezenckirina demê ji bo hilbijartinan dertîne holê. Bi vî awayî azadiya Rêberê Gelê Kurd jî û yê girtiyên nexweş jî, girêdayî azadiya gelê kurd e û ev jî ancax wekî parçeyekî çareserkirina pirsgirêka kurd dikare pêk bê.
Çavkanî: Azadiya Welat