Di Newroza Stenbolê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan

Li Stenbolê Newroz bi beşdariya bi sed hezaran kesî hate pîrozkirin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Pîrozbahî li Qada Yenîkapiyê hate lidarxistin. Bi sed hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û agirê Newrozê bi coş hate pêxistin.

Agirê Newrozê ji aliyê xizmên girtiyan û dayikên aştiyê ve hate dadan. Di dema pêxistina agirê Newrozê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Wêneyê Ocalan li ber nîşaneya serketinê li qadê hate gerandin. Dema ku wêneyê Abdullah Ocalan hate hildan, bi sed hezaran kes hîn bêhtir bi coş û kelecan bûn.