BI DÎMEN

Di Newroza Stenbolê de polîsan êrîşî girse û rojnamevanan kir

Li Stenbolê dema qada Newrozê dihat valakirin, polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin û di bin êşkenceyê de ew binçav kirin.

TERORA POLÎSÊN TIRK / NEWROZ STENBOL

Li Stenbolê dema qada Newrozê dihat valakirin, polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin û di bin êşkenceyê de ew binçav kirin. Nûçegihanên Bîanetê Tûgçe Yilmaz û Alî Dînç ên ku li Qada Mitîngê ya Yenîkapiya Stenbolê dişopandin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên Tirk jî hewl dan edîtorê Kurd Aren Yildirim binçav bikin.

Polîsan ewil bi hişyariya "qeydkirin qedexe ye" hewl da Tugçe Yilmaz asteng bike û piştre rojnamevan li erdê danî. Di vê navberê de polîsan zext li qirika Rojnamevan Tûgçe Yilmaz kirin û lê dan. Polîsan êrîşî Alî Dînç kirin û asteng kirin. Piştî bûyerê her du rojnamevan ji bo ku giliyê polîsên Tirk bikin, çûn nexweşxaneyê rapora êrîşan bistînin. Demên ku Yilmaz rastî tundiya polîsan hat ji aliyê rojnamevanên din ve jî hatin qeydkirin.