Di Newroza Hatayê de ji bo çareseriyê işaret bi Îmraliyê hate kirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Newroza li quntara çiyayê Amanosan axivî, Deklarasyona Newrozê ya 2013'an bi bır xist û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye.

NEWROZA HATAYÊ

Newroza li Hatayê bi dirûşma 'Rabe, dema azadî û serketinê ye' li taxa Altiocak a navçeya Dortyol a Hatayê pêk hat. Gelek kes bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiya li quntara çiyayên Amanosê bûn. Tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan bal kişand. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di destpêka pîrozbahiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Dortyolê Hidir Sîmlî axivî û bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan. Sîmlî xwest daxwazên girtiyan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd tavilê bi cih bê anîn.

Piştî ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013'an hate xwendin, bang li namzetên DEM Partiyê yên ji bo hevşaredariyê hate kirin. Namzetan jî Newroz li gel û girtiyan pîroz kirin û diyar kirin ku 'Dem dema şikandina tecrîdê ye' û banga têkoşîna yekbûyî kirin.

Piştre Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û diyar kir ku Newroz meşeke dirêj a azadiyê ye, nasnameya têkoşînê ya gelê Kurd e.

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser hewldanên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Deklarasyona Newrozê ya 2013'an bi bîr xist û got, "Her kesên li Newroza Amedê li deklarasyonê guhdarî kirin. Ne tenê Kurdan, her wiha hemû gelên li Tirkiyeyê lê guhdarî kirin. Çi hebû di deklarasyona Newrozê de? Deklarasyona cîhaneke welê bû ku li Tirkiyeyê rondik û xwîn neyên rijandin, mirov neyên kuştin. Ji aliyê hemû gelan û beşên civakî yên li Tirkiyeyê ve hate qebûlkirin. Lê belê bi cih nehate anîn. Deklarasyon dihate wateya aştî, wekhevî, azadî, edalet, hiqûq li Tirkiyeyê. Ev bi kêrî kê nayê? Bêguman bi kêrî desthilatdariya AKP û MHP'ê nayê. Ji be vê yekê jî gotin, 'Me pêvajoya çareseriyê rawestandine' û ji nû ve dest bi komkujiyan kirin."

ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku di bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd heye û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye.

Piştî axaftinê Çîgdem Kiliçgun Ûçar tevî Dayikên Aştiyê agirê Newrozê dada.

Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Baran Bozyel û Cevdet Bagca bi dawî bû.