Di mîtînga ‘NA’ ya Edeneyê de deh hezar kes li hev kom bûn

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ê ku di mîtînga ‘NA’ ya li Edeneyê hate lidarxistin de axivî got: “Wê 16’ê Nîsanê nuqteya demê be.”

Eeleqeyk zêde ji bo mîtînga ku ji aliyê rêxistin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê ve hate lidarxistin hebû.

Piştî deqeyek rêzigirtin û şûnde, strana “Porê delala min sor e” ê ku Hevsrokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş digot hate guhdarkirin. Peyama Hevseroka HDP’ê yê Edeneyê Gulseren Tûral, parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Merla Daniş Beştaş a li Girtîgeha Jinan a Slîvriyê tê ragirtin hate xwedin.

Piştî xwedina peyamê, Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya ji Nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Tûlay Hatîmoglûllar girseyê silav kir û diyar kir ku niha welat di bin rêveberiyekî tengav de tê birêve birin, vîna 6 milyon kesî niha rehîn tê giritin. Hatîmogûllari diyar kir ku her kes tê perçiqandin û sedemê wan ên gotina ‘NA’ pirin lê sedemên ‘Erê’ ya partiya AKP’ê nîne û got: “Em ê bêjin NA. Bi Teqez em ê bi ser bikevin.”

Piştî Hatîmogûllarî parlementera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Îrgat jî axivî û Irgat got: “Ev bajarê dîrokî bi ‘NA’ yê destanên nû nivîsand.” Irgat diyar kir ku ev war warê sembola têkoşîna azadiya jinê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag e, silav li Parlemetera HDP’ê ya Edenê Meral Daniş Beştaş a ku li Girtîgeha Silîvrî ya Jinê tê ragirtin re şand. Îrgat a bertek nîşanî xistina parlemeteriya wekîlan da got: “Em ê carekî din dîsa têkoşîna hevseroka partiya xwe Figen Yuksekdag bidomînin. Ew Hevseroka me ya giştî ye.

Îrgat a ku bibîr xist ku niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser maseyê muzakereyê ye, diyar kir ku ji bo azadiya welat û muzakereyê û aştiyê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were û vegerin ser maseya muzakereyê. Îrgat diyar kir ku ji ber ku gel wê ji ber girtiyên bêje ‘NA’.

Hevberdevkê HDK’ê Onûr Hamzaoglû jî bal kişand ser destûra bingehîn a ji 18 bendan pêk tê, diyar kir ku partiya AKP’ê û MHP li pişt deriyên girtî gel tine dihesibînin û destûra bingehîn a ji 18 bendan pêk tê çêkirin. Hamzaoglû diyar kir ku wê li dijî qetilkirinê, bêkarî û nelirêtî û qetlîama bêjin NA. Hamzaoglû bang li her kesê kir ku dakevin kolanan, xwedî li sindoqan derkevin.

Parlementerê HDP’ê yê Riha û Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr jî axivî û diyar kir ku ji bo vê xaka bi xêr û bereket ji Cizîr, Şirnex û Silopiyayê silav ji bo we aniye. Baydemîr destnîşan kir ku ji Çelê bigire, heta Silopiyayê, Şirnex, Cizîr û hemû bajaran li gel ‘NA’yê kom bûne. Baydemî ê ku diyar kir ku divê Destûra Bangehîn hemû beşan bigire nava xwe û got: “Ev destûra bingehîn jidayîkbûna 12’ê Îlonê ye.”

Baydemîr ê ku bibîr xist ku wê 16’ê Nîsanê bibe nuqteya dawî, wê çerxa sed salan bê dengdan û got:

“Em ê yan ji faşîzmê re bêjin ‘NA’ yan ‘NA’. Wê faşîzim li ser vê xakê tine bibe. Wê gel ji vê destûra bingehîn a ku gel tine dihesibîne re bêje NA. Fêda tirsê ji bo mirinê nîne. Ev gel ti car qadan vala nake. Qet li ber we stû xwar nake. Ji bo wê em ê bêjin NA. “