Di mîtînga li Mêrsînêde dengê 'NA' bilind bû

Dengîr Mîr Mehmet Firat ê ku di mîtînga ‘NA’ a li Mêrsînê hate lidarxistin de axivî, got: “Yên dengê Kurdan winda bike, wê desthilatdariyê jî winda bike. Lê ji min bawer nekirin” mînaka vê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de derket pêş.

Di mîtînga "Na" ya li Mêrsînê bi beşdariya hezaran kesan pêk hat. Di mîtînga ku coşeke mezin hebû de zarokan wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê dan welatiyên hatin mîtîngê û gotina "Bila serokê me Demîrtaş bê berdan" bi kar anîn bal kêşa ser xwe.

Piştî koma Waweylî derket ser dikê û stranên xwe got, govend hate gerandin. Piştre Hevseroka HDP'ê ya

Mêrsînê Hatîce Şahîn gel sliav kir. Endama MP a HDP'ê Asiye Kolçak jî diyar kir ku ilgel hemû astengiyan, girtinan gel li qadan "Na" diqêrin. Kolçak got ku ew ê bi berxwedanê bi ser kevin. Li qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" qet kêm nebû.

HATÎMOGULLARI: DI DEMA ÎXTIDARA AKP'Ê DE DEMEKÎ REŞ HAT JIYÎN

Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogullari jî diyar kir ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li welat pêkûtî tê kirin û bi pêkûtiyê welat tê birêvebirin. Hatîmogullari got ku ew ê teqez bi ser kevin. Piştî Hatîmogullari jî parlamenterê HDP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat axivî û diyar kir ku AKP a ku 15 sal in cihana xeyalan ava kir niha ew bixwe jî bi derewên xwe bawer dike û gotina "Gelê kurd wê we ji bîr neke" bi kar anî.

FIRAT: AKP NIHA JI DIREWA XWE BAWER DIKE

Firat ê gotina "Yên ku dengên kurdan winda bikin wê îktidarê winda bikin. Lê bi vî bawer nekirin, mînaka vê hilbijartinên 7'ê Hezîranê ye". Firat got ku dîktatorî li vî welatî nabe wiha axivî: "Ma pêkan e em ji vî yekê re bibêjin Erê. Na. Ji ber vê yekê ez ê bibêjim Na. SErokomar nîşaneya Rabîayê dike. Dİ mede 2 tişt heye. Yek demokrasî ya duyemîn azadî. Ev jî nîşaneya serkeftinê ye. Ev jênegera me ye. Hemû bihevre bibêjin Na."

KOÇYÎGÎT: EM Ê JI BO ZINDANAN BIBÊJÎN 'NA'

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de ye û wê pêşeroja Tirkiyeyê bê dengdan. Koçyîgît bal kişand li ser qatlîamên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê û got ku AKP'ê li dijî têkoşîna gelê kurd şer vekiriye. Koçyîgît xwest li dijî faşîzmê, qatlîaman hemû kes bibêjin Na. Koçyîgît ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan banga piştevaniyê kir û wiha got: "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em ê ji bo zindanan bibêjin Na. Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê em ê bibêjin Na."

BAYDEMÎR: EV PAKET, PAKETA FAŞÎZMÊ YE

Piştre Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr axivî. Baydemîr got ku ew ê "Na"yê xurt bikin di 16'ê Nîsanê de jî di sindoqan de vê yekê nîşan bidin. Baydemîr anî ziman ku 16'ê Nîsanê pirsgirêka partiyan nîne pirsgirêka hemû civakê ye. Wê pêşeroja civak û zarokan bêdengdan. Baydemîr li hemberî anketa şîrketekî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku tê gotin gelê Kurd dibêje erê, lê di 16'ê Nîsanê de gelê Kurd bersivê bide vî şîrketa anketê. Baydemîr got ku gelê kurd wê ji faşîzmê û qetlîaman re bibêje "Na".

Baydemir bal kişand li ser strana HDP'ê ya "Na" jî û diyar kir ku AKP'î diaxivin û rûpoşên wan dikeve. Baydemîr wiha got: "Ev paket paketa faşîzmê ye. Ev paketa dijminatiya kurdan e."