Di meha Sibatê de 121 karkeran jiyana xwe ji dest dan
ÎSÎG’ê rapora xwe ya meha Sibatê weşand. Li gorî raporê 121 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
ÎSÎG’ê rapora xwe ya meha Sibatê weşand. Li gorî raporê 121 karkeran di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlekariya Kar (ÎSÎG) ya Sibata 2025’an, di encama qezayên kar de 121 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di nava karkerên jiyana xwe ji dest dane 4 zarok û 4 koçber jî hene.
Li gorî raporê 22 karker di sektora veguhestinê de jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de hat ragihandin ku mirinên herî zêde di qezayên trafîk û servîsan de rû daye.