Di meha Mijdarê de 18 jin hatin qetilkirin

Di meha Mijdarê de 18 jin hatin qetilkirin

Di meha Mijdarê de mêran 18 jin an jî zarokên keç qetil kirin, dest avêtin 10 jinan, tundî 24 jin û zarokên keç kirin, ew birîndar kirin û dest dirêjî neh ji wan kirin.

Di deh mehên destpêkê yên 2014'an de mêran 253 jin kuştin, dest avêtin 96 jin û zarokên keç, li 523 jinan dan; 104 jin û zarokên keç tacîz kirin.

18 JIN HATIN QETILKIRIN

Mêran di meha Mijdarê de 18 jin û du mêr kuştin. Ji sedî 28 ê van jinan ji ber ku xwestine ji hevser/evîndarê xwe cihê bibin hatin kuştin, jinek ji bo cihêbûnê doz vekir jî, tevî biryara dûrxistina hevserê wê, hat kuştin. Mêrek jî, ji ber ku xwişka wî deq li bedena xwe kiribû, hat kuştin.

Mêrekî, hevsera xwe ya cihê bû ji ber kincên wî ûtî nekir, ji pêlikan avêt û kuşt. Mêrekî hevsera xwe ya bi awayekî fermî pê re zewicîbû û hevsera xwe ya li gorî pîvanên olî pê re zewicîbû, kuşt.

Mêrekî din ê ku hevsera wî doza cihêbûnê lê vekiribû û tevî ku biryara dûrmayîna jê hebû, çû mala wê û ew kuşt. Vî kesî piştî cînayetê got, "Min mafê xwe yê kuştinê bikar anî. Min nû bihîst ku mafekî min ê bi vî rengî heye."

Ji sedî 61 ê jinan ji aliyê hevser û evîndarên xwe, ji sedî 16 jî ji aliyê hevser û evîndarên xwe yên berê hatin kuştin. Heft jin ji aliyê hevserê xwe, yek ji aliyê hevserê xwe yê li gorî pîvanên olî zewiciye, sê ji aliyê evîndarê xwe, du ji aliyê evîndarê xwe yê berê, yek ji aliyê hevserê xwe yê berê, yek ji aliyê bavê xwe, yek ji aliyê kekê xwe, yek ji aliyê xizmê xwe, yek jî ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin.

Ji sedî 61 ê cînayetan bi çekê hatin kirin. Şeş ji jinan bi debanceyê, şeş ji bi kêrê, pênc bi tivingê, yek jî bi avêtina ji pêlikan hat kuştin.

Piştî cînayetan sê mêran dawî li jiyana xwe anîn, sê ji wan hewl dan xwe bikujin, du jê teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Temenê mêrên di meha Mijdarê de kuştin ji 15 heta 60 salî, temenê jinên hatin kuştin jî ji 15 heta 57 salî bû.

Qetlîema bi serê jinê de hatin li Agirî, Antalya, Bolû, Bûrsa, Çorûm, Edîrne, Hatay, Îzmîr, Îzmît (2), Karaman, Kastamonû, Kayserî (2), Konya, Mersîn, Trabzon û Ûşakê rû dan.

Her wiha li Enqereyê, xwendekareke jin a zanîngehê, li odeya otelê mirî hat dîtin. Li Dîlokê jî hat tesbîtkirin ku jineke penaberê Sûriyeyê piştî îşkence ji evîndarê xwe dît, bi debanceyê hat kuştin.

Di meha Mijdarê de 10 jin û zarokên çek rastî destavêtin û destdirêjiyê hatin. Bûyerên destavêtinê herî zêde li Antalya û Aydinê rû dan.