Di meha 77’an a qetlîama Roboskiyê de çalakî

34 kesên di qetlîama Roboskiyê ku piranî zarok bûn jiyana xwe ji dest dabûn, di 77’emîn meha qetilkirinê de li pêşiya Amedeyiya Galatasarayê çalakiyeke ya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de nerazîbûn nîşanî biryara DMME’yê hate nîşand.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di meha 77’an a qetlîama Roboskiyê de li pêşiya Amedeyiya Galatasarayê bîranînek lidar xistin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Levent Tuzel û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Di meha 77’an a Roboskiyê de edalet..” hate vekirin. Di bîranînê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, dîsa wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hate qetilkirin hate bilindkirin.

Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku Qetlîama Roboskiyê ji bîr nekirine, tevî berpirsên qetlîamê diyar in, lê hê jî berpirs nehatine darezandin. Yolerî got: “Birya DMME’yê ya ku ‘Rêyên lêgerîna edaletê ya li welat hê maye’ nayê pejirandin. Biryara DMME’yê li Tirkiyeyê piştgiriyê dide polîtîkayên bê cezayîyê yên li Tirkiyeyê li dijî mafê mirovan sûc tên kirine.”