Di lîstika yekem a Amedsporê de êrîşa nîjatperest
Amedspor, di lîstika yekem a sezonê de dîsa bû hedefa êrîşên nîjatperestan.
Amedspor, di lîstika yekem a sezonê de dîsa bû hedefa êrîşên nîjatperestan.
Tevî qedexeyê jî alîgirên Amedsporê ketin standê û dirûşma “Mafê me yê lîstinê nayê astengkirin” qîr kirin, li aliyê Mersîm Îdman Yûrdûn dema dirûşmên “PKK derkevin” hatin gotin û şûnde alîgir ji standê hatin derxistin. Li aliyê din alîgirek e yê Mersîn Îdman Yûrdû kete sahayê û êrîşî lîstikvanê Amedspor Denîz Nakî kir.
Di Koma Sor a 2. Liga TFF yê de , Mersîn Îdman Yûrdû û Amedspor hatin pêşberî hev. Tevî qedexeya Desteya Ewlehiya Sporê ya Bajarê Mêrsînê ya ji bo alîgirên Amedsporê jî gelek alîgirên Amedsporê bilêd girtin û ketin trîbunên Mersîn Îdman Yûrdû yê. Alîgirên Amedspor ên ku li aliyê trîbûna sergirtî kom bûn, dirûşmên piştgiriyê ji bo tîma xwe qîr kirin.
Dema ku ji trîbunên aliyê Mersîn Îdman Yûrdû dirûşmên “PKK derkevin” yên nîjatperest qîr kirin, erkdar û polîsên standê, destpêk alîgirê Amedsporê birin aliyê çepê yên trîbuna girtî û piştre jî birin aliyê bakur pişta qelê. Lê beriya ku lîstik destpê bike daxwaz hate kirin ku alîgirên Amedsporê ji standê derkevin. Dema ku hinek alîgirna nexwestin ji standê derbikevin, polîs derketin trîbunan û alîgirên Amedsporê derxistin. Alîgirên Amedsporê dirûşmên “Her demê û li her cihî yê herî mezin Amed e” û “Mafê me yê lîstinê nayê astengkirin” qîr kirin. Protestoyên alîgirên Amedsporê ji derveyî standê jî dewam kir.
LI NAVA SAHAYÊ ÊRÎŞÎ LÎSTIKVANÊ AMEDSPORÊ KIRIN
Dama navbera yekem a lîstikê Amedspor bi 2-0 bi serketî dewam dikir, di deqeya 26’an de alîgireke yê tîma Mersîn Îdman Yûrdû kete sahayê û êrîşî lîstikvanên Amedsporê Denîz Nakî kir.