Di lêpirsîna zarokê Afgan ê hat kuştin de dîmen hatin jêbirin
Di lêpirsîna zarokê Afgan ê hat kuştin de dîmen hatin jêbirin
Di lêpirsîna zarokê Afgan ê hat kuştin de dîmen hatin jêbirin
Di bûyera zarokê Afgan ê 17 salî de, ku li Şaxê Biyaniyan a Wanê ji aliyê polîsekî ve bi lêdanê hat kuştin, dîmen hatin jêbirin.Bi vî rengî yek ji delîlên herî girîng ji holê hat rakirin.
Di lêpirsîna bûyera zarokê Afgan Lutfûllah Tacîk ê 17 salî de, ku di 16'ê Gulana 2014'an de piştî bi 21 penaberên Afgan hat binçavkirin û li Midûriyeta Şaxê Biyaniyan ji aliyê polîsekî ve bi lêdanê hat kuştin, skandaleke nû derket holê. Di harddîskê sê kompûterên ji aliyê Serokatiya Daîreya Krîmînal a Jendermeyan ve hatin lêkolînkirin de, der heqê roja bûyerê ya 27'ê Gulanê de, dîmenekî bi tenê yê qeykirî nîne. Li gorî parêzer Mahmût Kaçan, delîl tên reşkirin.
Serokatiya Daîreya Krîmînal a Jendermeyan a Fermandariya Giştî ya Jendermeyan raporek ji Serdozgeriya Wanê ya lêpirsînê dimeşîne re şand û diyar kir ku di 3 harddîskên ji bo lêkolînkirinê hatine şandin de, der heqê roja bûyerê 27'ê Gulana 2014'an de qeydekî bi tenê yê dîmen jî nîne.
Hat ragihandin ku di lêkolîna li "qadên hatine jêbirin" ên li dîskên mijara gotinê de 1229 dosya hatine dîtin û hat gotin, "Nehatiye tesbîtkirin ku der heqê roja 27'ê Gulana 2014'an de dîmenek hatiye qeydkirin yan na."
Parêzer Mahmût Kaçan ê berpirsyarê berê yê Ofîsa Wan a Neteweyên Yekbûyî bû ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku di lêkolîna beriya niha ya bi fermana dozgeriyê li ser qeydên kamera hatin kirin de derketibû holê ku bi tenê kamera ewlekariyê ya cihê bûyerê didît xerab bû û dîmen qeyd nekiriye. Kaçan tinebûna dîmenên roja bûyerê di her sê harddîskan de gumanên wan ên li ser "reşkirina delîlan" piştrast dike û anî ziman ku ew ê li dijî vê derkevin."
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Di 16'ê Gulanê de li navçeya Îdir Aralikê, di operasyona jendermeyan de 21 penaberên ji Afganîstanê hatibûn binçavkirin. Afganên ku di nav de zarok jî hebûn, ji bo bên dersînorkirin ew biribûn Midûriyeta Şaxê Biyaniyan a Emniyeta Îdirê. Di nava komê de Lutfûllah Tacik ê di sala 1997'an de ji dayik bû û pismamê wî Seyadat Tacîk ê di sala 1974'an de ji dayik bû, hebûn. Di 26'ê Gulanê de, Lutfûllah Tacîk jî di nav de 7 zarok ji bo kar û barên dersînorkirinê werin temamkirin, ew birin Navenda Ciwan û Zarokan a Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Civakî û Malbatê. Piştî rojekê jî di 27'ê Gulanê de ji bo "tesbîta nexweşiya şewbê û tesbîta temen" ew li Navenda Dersînorkirinê vegerandin.
Li gorî îdîayê, wê rojê saet di 09:00 de dema 7 zarokên Afgan li kantînê rûdiniştin, polîs S.O. ê li Amîriya Buroya Têkoşîna li dijî Bazirganiya Mirovan û Koçberiya Derveyî Sînor, bang li Tacîk kir. S.O. dengê xwe bilind kir û got, "Tu çima emrê xwe nabêjî!" û bi sîle û kulman li wî da. Li gorî gotinên hevalên wî, Tacîk piştî ku serê xwe danî ser maseyê, tiştekî spî ji devê wî herikî û li nexweşxaneyê di 31'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.