Di Ispartayê qezaya kar: 15 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Di Ispartayê qezaya kar: 15 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Ispartayê mînîbusa ku karkerên demsalî dibir qeza kir û encamê de 15 karkerî jiyana xwe ji dest da.

Mînîbusa ku ji navçeya Yalvaç a Ispartayê karker dibir Gelendostê qeza kir. Di encama qezayê de piranî jin 15 karkerî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa ku diçû Gelendostê li nêzî gundê Balkanokê qulipî şarampolê û di encamê cînayeta kar hat jiyîn. Li gorî agahiyên destpêkê 15 karkerî jiyana xwe ji dest daye.

Karkerên ku karê berhevkirin sêvan dikir, di rêya bi vîraj de qulipî şarampolê. Ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û 7 karker rakirin nexweşxaneyan.