Di hilbijartinên Moldova de eniyên Rojava û Rûsya dengên nêzî hev stendin
Di hilbijartinên Moldova de eniyên Rojava û Rûsya dengên nêzî hev stendin
Di hilbijartinên Moldova de eniyên Rojava û Rûsya dengên nêzî hev stendin
Li dû Ûkraynayê, li Moldova jî ku Rûsya li beşek ji xaka wê xwedî bandor e, krîza Rojava-Rûsya li ber derî ye. Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên duh ên li welêt, tê gotin ku partiyên alîgirên Rûsya û Rojava, dengên gelekî nêzî hev stendine.
Bi beşdariya rêjeya ji sedî 56 ê hilblijartinên parlamenta Moldova re, beşdarî li gorî 4 salên berê kêm ma. Li gorî yek ji sê parên encamên hilbijartinê Partiya Sosyalîst a bi polîtîkayên xwe yên alîgiriya Rûsya tê naskirin, ji sedî 23 ê dengan stend û bû partiya yekemîn. Partiyeke din a mûxalefetê Partiya Komunîst jî bi rêjeya ji sedî 20'an bû partiya duyemîn.
Partiya Lîberal Demokrat a desthilatdar, ku endametiya Moldova ya Yekîtiya Ewropayê diparêze, ji sedî 18 û Partiya Demokratîk a hevalbendê koalîsyonê jî ji sedî 16 ê dengan wergirt. Rêxistinbûyîna Lîberal a endametiya Moldova ya li nava Yekîtiya Ewropa û NATO'yê diparêze jî ji sedî 8 ê dengan stend.
Ji ber ku dengên partiyên alîgirên Rojava û Sosyalîst û Komunîstên li mûxalefetê gelekî nêzî hev in, tê texmînkirin ku li nava welêt dibe ku di demeke kurt de mîna Ûkraynayê krîzek rû bide. Eger encamên daî bi vî rengî be, wê helwesta Partiya Komunîst a di têkiliyên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê de diyarker be.
Transdinyester ku beşeke girîng a sînorê Moldova yê Ûkraynayê ye û piraniya şêniyên wê Rûs e, di wesfa komareke de-facto ya di sala 1990'an de de serxwebûna xwe ragihandiye ye û ji aliyê ti endamê Neteweyên Yekbûyî ve nayê naskirin.