Di heftêyekî de 4 leşkeran qaşo 'întîxar' kirin!

Di heftêyekî de 4 leşkeran qaşo 'întîxar' kirin!

Li Tirkiyeyê ku ciwanan bi zorê dibin leşkeriyê, ji her demê zêdetir mirina leşkeran a bigûman zêde bû. Herî dawî li Fermandariya Tabûra Piyade ya 2'emîn Mekanizeyê ya Erxeniyê leşkerê bi navê Burak Kasar kuştî hate dîtin. Li Çolemergê jî leşkerê ku birîndarî hate dîtin, hate îddia kirin ku hewil daye xwe bikuje.

Leşkerê bi navê Burak Kasar ê ji Rîzeyê ku li Fermandariya Tabûra Piyade ya 2'emîn Mekanizeyê ya Erxeniyê leşkerî dikir, kuştî hate dîtin. Hate gotin ku dema serê sibê paqijiya çekan dikir, çeka xwe ya G-3 da ser dilê xwe û gule berda xwe. Laşê Kasar ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.

Li Tabûra Komondo û Çiya ya Çolemergê jî hate îddia kirin ku leşkerek xwestiye bikuje. Leşkerê bi navê Savaş Bozanbonar ku ji bajarê Adapazariyê giran birîndar bû.

Roja 15'ê Berfanbarê Li Qereqola Dêrê ya Hidûd ya Elbaka Wanê leşkerê bi navê Davut Yardimci birîndar hate dîtin. Dema Yardimci rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Yardimci, ji Wêranşara Rihayê bû.

13'e Berfanbarê ji li navçeya Aksu ya Antalyayê, li Qereqola Jandarmeyan a Yeşilkaramanê hate îddîa kirin ku leşkerê bi navê Bekir Yilmaz bi çeka MP 5 gule berdaye serê xwe û miriye. Yilmazê 20 salî ji Samsûnê bû.

JI SERÊ SALÊ VE 66 MIRIN

Piştî kuştinên bigûman ên leşkeran Înîsiyatifa Mafên Leşkeran diyar kir ku di sala 2012'an de 65 leşkeran xwe kuştiye û ji van tenê 47 leşker di çapemeniyê de cih girtine. Îro bi kuştina Kansar ev hejmar gihişt 66'an.

Berî 2 heftêyan jî Artêşa Tirk diyarkiribû ku di 5 salan de 491 leşker xwe kuştine. Herwiha li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirk ve hatin aşkerekirin, di navbera salên 2007-12 de 129 leşker di encama qezayên çekan de mirin.

Hat diyarkirin ku di van 5 salan de 1108 leşkerên ku li ser peywira xwe bûn mirine, ji vana 263 subay, astsubay, 845 leşker û serleşker in.

Di nava sedemên mirina leşkeran ên di dema leşkeriyê de xwekujî di rêza yekemîn de ye. Hêjayê gotinê ye ku dema şer û pevçûn zêde dibin hejmara leşkerên “xwe dikujin” jî zêdetir dibin.