Di êrîşeke xwekujî ya li Afganistanê 9 kes mirin

Di êrîşeke xwekujî ya li Afganistanê 9 kes mirin

Li wîlayeta Beglan a Afganistanê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Afganistanê hate ragihandin ku îro li Wîlayeta Beglan a Afganistanê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Fermandarê hêzên Asayîşa Wîlayeta Beglan Emînellah Xeyl ji dezgehên çapemeniyê re ragihand ku kesekî li dijî merasîma oxirkirina berpirsiyarekî herêmî yê li bajaroka Berka êrîşeke xwekujî pêk anî. Di encama êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn.

Aliyê ku êrîşa xwe kujiyê pêk aniye, hê nehatiye diyarkirin.