Di doza Ozgur Gundemê de cezayê girtîgehê hate xwestin

Di doza Ozgur Gundemê de ji bo rojnamegeran cezayê girtîgehê hate xwestin. Rûniştin hatin taloqkirin.

Têkildarî 9 nivîskar û xebatkarên rojnameya Ozgur Gundemê ya ku AKP’ê ew xesp kiribû, doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Stenbolê hate kirin. Di çarçoveya dozê de Reyhan Çapan, Eren Keskîn, Ayşe Batûmlû, Nûray Ozdogan, Ayşe Berktay, Reyhan Hacialîoglû, Celalettîn Can, Huseyîn Aykol û Fîlîz Koçalî tên darizandin. Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Serhat Çakmak, Serokwekîla Koma HDP’ê  Fîlîz Kerestecîoglû, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû, rêveberên ÎHD û TÎHV  û gelek rojnamegeran doz şopandin.

KESKÎN: EZ Ê PARASTINA XWE DIDOMÎNIM

Eren Keskîn di rûniştinê de axivî û got: “Ez 30 sal in, mafên mirovan diparêzim û ez ê biparêzim jî. Rojnameya Ozgur Gundemê bi dehan xebatkarên wê hatine kuştin. Ji ber vê jî min xwest navê min di kunyeyê de bi cih bibe. Di dozeke din de ez bi muebetê têm darizandin lê ez ê neçim derveyî welat. Divê zagon werin guherandin.”

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 9’ê Tîrmehê kir.

DI RÛNIŞTINA DIN DE CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ HATE XWESTIN

Ji ber ku tevlî kampanyaya Gerînendetiya Giştî ya Weşanê ya Nobedar bûne têkildarî Farûk Eren, Ertûgrûl Mavîoglû,Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Celalettîn Can, Fehîm Işık û Oncu Akgul doz hatibû vekirin. Dozger ji bo Huseyîn Aykol jî bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 13 salan cezayê girtîgehê xwest. Ji bo Farûk Eren, Ertûgrûl Mavîoglû,Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Celalettîn Can, Fehîm Işık û Oncu Akgul jî bi îddîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ 7 sal û 6 mehan ceza hate xwestin.

Rûniştin taloqî 16’ê Tîrmehê hate kirin.