Di doza Nisêbînê de ceza li girtiyan birîn

Ji girtiyên doza Nisêbînê rûniştina doza girtî Akar Îkbal pêk hat, Îkbal wiha got; “Yên van dosyeyan çêdikin û darizandinê dikin FETO’yî ne.”

Rûniştina doza 17 jê zarok 35 kesên piştî 26’ê Gulana 2016’an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema xwerêveberiyê de li taxan hatin berdan û şûnde didome.

Rûniştina dozan bi rajane tê kirin û heyeta dadgehê ceza dide girtiyan. Îro girtiyê Helebceyî Akar Îkbal hate darizandin.

Îkbal bi Kurdî parastina xwe kir û têkildarî mutalaya ku ti wateyê nadeyê de tiştek ne got. Îkbal wiha got; “Ez vê mutalayê qebûl nakin û ji pêvajoya darizandina min de tiştek fam nakim. Tiştên derbarê min de tê ne rastin û qebûl nakim. Delîlek (belge) bingehîn di dosyeya min de teune. Îdîanameyê jî qebûl naikim.” Li ser pirsa “Ez ê çima bê ceza kirin” Îkbal wiha got; “Di rûniştinên derbasbûyî de min her tişt got hewce nake dubare bikim. Min cezayek giran heq nekiriye. Cezayek giran ji vê dosyeyê re nayê dayîn.”

Îkbal diyar kir ku pêvajoya heyî ne hiqûqiye û wiha domand; “Li ti dera cîhanê hiqûqekî wiha tuneye. Cara destpêkê vê edaletê li Tirkiyeyê dibînim. Li Tirkiyeyê edalet tuneye. Pêkanînên faşîzmê tê kirin. Ev darizandinekî dijî mirovahiyê ye. Herî dawî dibêjim yên ev îdîaname amadekirîn FETO’yî ne. Madem FETO terorîst e hûn çawa îdîanameyên ku wan amadekirî qebûl dikin? eger hûn vêya qebûl dikin wê demê hûn jî FETO’yî ne. Îdîanameya beriya niha hatî xwendin ji aliyê FETO’yiyan ve hatiye amadekirin.”

Li ser gotina dadger a “Heqaretê neke” Îkbal wiha got; “Ez heqaretê nakim rastiyan dibêjin û gefan jî naxwim. Biryara hûn bidin ne di xema min de ye. Ji xwe beriya niha we biryar daye. Herî dawî dibêjim ‘Serok Apo’.”

Piştî parastinê heyeta dadgehê 5 deqe navber da rûniştina dozê. Piştre dadgehê biryara cezayê da  Akar. Ji Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê 302 cezayê muebetê û ji hewldana kuştina kesan 15 sal ceza dan Îkbal. Îkbal li salona dadgehê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin û bi derbkirinê kaşkirin.

Rûniştina dozê ya îro bidawî bû lê wê sibê jî bidome.